Hejmara kesên li Xezayê mirin bû 22 hezar û 600

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezayê de 22 hezar û 600 Filistînî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên ku 91 roj in li ser Xezeyê dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di êrîşên xwe yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawîn de 162 Filistînî kuştine û 296 kes jî birîndar kirine. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve ji aliyê Îsraîlê ve tê kirin de hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 22 hezar û 600, hejmara birîndaran jî bûye 57 hezar û 910.