Gulîstan Doku 4 sal in li ku ye?

Parêzerê dosyayê Alî Çîmen, da zanîn tevî ku li ser windabûna Gulîstan Doku re 4 sal derbas bû jî, lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin û wiha got:"Divê dosya careke din bi awayekî giştî bê lêkolînkirin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Xwendekara pola 2'emîn a beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Muzurê Gulîstan Doku, di dîroka 5'ê Çileya 2020'an de bi awayekî guman winda bû. Di ser windabûna Gulîstan Doku re 4 sal derbas bûn, lê di dosyayê de lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.

Beriya niha nivîsek ku Cemîle Yucer dayika Zaînal Abarakov ê ku gumanbarê sereke û hevalê mêr a berê ya Gulistan Doku herî dawî hevdîtin kir, ji Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER) re nivîsand, bibû rojev. Cemîle Yucer, di daxwaznameya xwe de diyar kir kurê xwe Zaînal Abakarov bi agahiya Waliyê wê demê yê Tunceliyê Tuncay Sonel û rayedarên din şand Rûsyayê û piştî ku ev bûyer di çapemeniyê de dest pê kir, wezîrê hundir Suleyman Soylu ji me re got, “bila kurê we were vir, an na dê ew bûyerên wekî Geziyê bidin destpêkirin”, kurê xwe dîsa vegerandiye.

Parêzerê dosyayê Alî Çîmen, diyar kir daxwaznameya ji CİMER'ê re hatiye nivîsandin tevlî dosyayê hatiye kirin û balkişand tevî ku di ser bûyerê re 4 sal derbas bûye jî, lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin.

'Kiryar hatin parastin'

Parêzer Alî Çîmen, bi bîr xist ku derbarê dosyayê de ne gumanbar û ne jî dayik û bavê wî îfadeyek nedane û wiha got: "Tenê îfadeya malbatê ya 'baran dibarî, me ew li malê hişt' hene, lê piştî vê nîne. Piştî ku derket holê ev bûyer ne bivî awayî ye, me carek din daxwaz kir serî îfadeya gumanbar bidin. Lê belê ev daxwaz nehat bi cih anîn. Piştî hin zextên raya giştî gumanbarê sereke, dema bûyer diket sala xwe ya 3’emîn hat binçavkirin. Piştî binçavkirina 4 saetan hat berdan. Dosyaya me bi awayekî bandor nehat meşandin û dîsa piraniya daxwazên me bi derengî xistin. Dema di dosyayek de delîlên pir kêm ên vê dosyayê bên dîtin jî, mirov tên girtin. Lê li vir kiryar diyar e û tevî ku di dosyayê de bi dehan delîl hene jî li dijî kiryaran tu tedbîr nayên pêkanîn. Ev jî bi awayekî zelal  nîşanî me dide ku kiryar têne parastin.”

'Gûmanbar li ser daxwaza Suleyman Soylu ji derveyî welat hatiye'

Alî Çîmen, balkişand di dosyayê de gelek rewşên bi guman nehatine zelalkirin û herî behsa nivîsa ku dayika gumanbarê sereke ji CÎMER’ê re nivîsand kir.  Alî Çîmen, da zanîn dayik bi daxwaza rakirina qedexeya derveyî welat ê li ser kurê xwe serlêdan kiriye û wiha got:

“Piştî ku ev dosyaya lêpirsînê di çapemeniyê de cih girt, dozgerî rêze karûbar pêk anî. Di encama van karûbaran de, bav ji pîşeya xwe hate girtin. Derbarê gumanbarê sereke de biryara tedbîr hat girtin. Piştî van tedbîran dayika gumanbarê sereke di qeyda giliyê ku ji CÎMER'ê re şand de diyar kir ku ev bûyer beriya ku di çapemeniyê de cih bigre, ango bi îhtîmaleke mezin di rojên destpêkê yên bûyerê de pêk hatiye. Di qeyda giliyê de wiha tê gotin, “Me bi destûra walitiya demê kur şand derveyî welat.’ Em têkiliya ku bi malbatekî guman re datînin dibînin. Ev îfadeya dayika gumanbarê sereke ye û qeydek fermî ye. Dayik dibejê, piştî ku ev bûyer di çapemeniyê de cih girt û dema bûyer bandor li wan kir, Wezîrê Karên Navxweyî ya demê Suleyman Soylu telefona wan kiriye û ji wan xwestiye ku zarokên xwe vegerînin welat. Piştî hatina wî jî, tedbîrê qedexeya derketina derveyî welat tê pêkanîn.”

'Wê bi lêpirsînek bi bandor re aqûbeta dosyayê bê fêmkirin'

Alî Çîmen, bertek nîşanî şêwaza têkiliya malbata bersûc a bi rayedaran re da û wiha got: “Şêwaza têkiliya rayedarên demê ya bi malbatê re, bi awayekî zelal nîşanî me dide ku çima dosyaya me tê dirêj kirin. Bi malbatek gumanbar re li ser soz dayîn û daxwazkirin re têkilî tê danîn. Sedema eşkere nebûna aqûbeta Gulîstan, ji ber van kiryarên vê demê hatine kirine. Divê dosya carek din bi awayekî giştî were lêkolîn kirin. Wê bi lêpirsînek bi bandor re aqûbeta dosyayê bê fêmkirin.”