Gulistan Kiliç Koçyîgît: Êdî li holê rewşeke bê destûra bingehîn heye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: "Êdî li holê rewşeke bê destûra bingehîn heye" û diyar kir ku Daîreya Cezayan a 3’emîn a Dadgeha Bilind, mohra xwe li bin biryareke darbeya darazî daye.

Navenda Nûçeyan– Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rojevên heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît, 3 jinên siyasetmeder ên Kurd ên 8 sal berê li Siopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Di 5’ê Çileyê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilkirin. Her cara ku em diaxivin, axaftina xwe bi bîranînê dest pê dikin. Ev yek cihê xemgîniyê ye.”

‘Êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji îqtîdara AKP-MHP’ê digrin’

Piştre jî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser îşkenceya li wargeha Zanîngeha Koçê hatiye kirin. Koçyîgît, diyar kir ku xwendekar ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîbûnê rastî îşkenceyê hatiye û wiha domand: “Ev ne mînakeke ewil e. Êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji îqtîdara AKP-MHP’ê digrin. Me nûçeyên têkildarî vê êrişa nijadperest xwendin. Mixabin têkildarî mijarê tişta pêwîst nehatiye kirin, hewl didin vê bûyerê veşêrin, xwendekarê ku rastî êrişê hatiye ji zanîngehê hatiye dûrxistin û têkildarî êrîşkaran tu pêvajo nehatiye destpêkirin.”

‘Daîreya Ceza ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind mora xwe li biryarek ku sînoran derbas dike da’

Têkildarî biryara Dadgeha Bilind a ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay jî Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, di 8’ê mijdarê de mora xwe li bin biryareke mîna darbeyê da û got ku dê bi biryara AYM’ê neke. Parêzerên Atalan cara duyemîn serî li AYM’ê dan û cara duyemîn biryara binpêkirina maf hat dayîn. Lê mixabin 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li şûna ku bi biryarê bike, ji 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re şand. Wê jî mohra xwe li bin darbeya darazî da û hedê xwe derbas kir.” 

‘Neçareserkirina pirsgirêka Kurd mekanîzmaya darbeyê zindî dihêle’

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Ev demeke dirêj e em vê pêvajoya darbeyê dijîn. Me gelek caran got ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd, mekanîzmaya derbeyê zindî dihêle.

Biryarên MGK’ê yên 24’ê Tîrmehê

Lê divê bê zanîn ku ev mekanîzmaya darbeyê piştî biryara MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê ket meriyetê. Sedema vê jî serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê ye. HDP bi 80 parlamenteran ket meclisê û vê yekê ew tirsand. Bi lez û bez tifaqa dijminatiya li dijî Kurdan ava kirin û ji wê rojê heta niha êrişî Kurdan, siyaseta demokratîk û qadên din dikin. 

Di 20’ê Nîsana 2016’an de tevî ku li dijî destûra bingehîn jî bû parêzbendiyên parlamenteran hatin rakirin. Yên ku wê demê digotin ‘li dijî destûra bingehîn e lê em ê bibêjin erê’ jî di vê krîza darazê ya niha de heye. Heke wê demê rê nedabûna darbe û bêhiqûqiyê, belkî îro me ev tişt nîqaş nedikirin.

‘Bi doza kûmpasê ya Kobanê hewl didin cezayên herî giran bidin hevalên me’

Bi vê jî bisînor neman. Di 4’ê Mijdarê de hevserokên me yên giştî, parlamenter û gelek hevalên me hatin girtin. Bi vê jî qayîl nebûn. Di sala 2016’an de piştî hewldana darbeyê OHAL ragihandin û bi KHK’ê endezyariya siyasî kirin û hewl dan tevahiya pergalê biguherînin. Li HDP’ê doza girtinê vekirin. Bi doza kûmpasê ya Kobanê hewl didin cezayên herî giran bidin 108 hevalên me.

‘Tiştên ku îro tên jiyîn me pir zû ferq kiribûn’

Ji ber vê sedemê ye ku ev welat ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve heta niha di tarîtiyê de ye. Mixabin ji bilî me tu kes vê tarîtiyê ronî nake. Lewma weke partiyeke rastî darbeyên darazê hatiye, me tiştên îro tên jiyîn pir ji zû ve ferq kiribûn.

‘Hewl dide rejîma xwe ava bike û rejîma yekzilamî saxlemtir bike’

Mehmet Uçum dibêje; ‘Em derbasî pergala serokatiyê bûn, ji hêla xwe ve me pergaleke nû ava kir lê di halê hazir de di nava pergalê de hinek astengî hene. AYM biryarên ne li gorî dilê me dide. Lewma divê AYM û destûra bingehîn bê guherandin.’ Dibêje ku divê AYM bi were bêîtîbarkirin û bêrayekirin. Gelo Mehmet Uçum van li ser navê kê dibêje? Ji ber ku daxuyaniyên berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û Erdogan bi xwe hene. Mehmet Uçum piştî biryara ewil a Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, bi awayekî vekirî tiliya xwe li AYM’ê dihejand.  Di vê nîqaşê de qesr alî ye. Hewl dide rejîma xwe ava bike û rejîma yekzilamî saxlemtir bike.

‘Dixwazin vê rêveberiyê mayînde bikin û faşîzmê sazûman bikin’

Em ê van hewldanan qebûl nekin û mumkun nîn e ku li hemberî vê bêdeng bimînin. Di axaftinên Omer Çelîk ên duh de eşkere bû ku sedema bingehîn a krîzê destûra bingehîn e. Digot ku heta destûra bingehîn a heyî hebe dê krîz mezintir bibin. Em jî vê bibêjin; nîqaşa li ser destûra bingehîn a nû yek ji nîqaşên sereke ya Tirkiyeyê ye. Me jî gelek caran got ku hewcehî bi destûreke bingehîn a piranîparêz, azadîxwaz û li gorî rêgezên laîktiyê heye. Lê em ji axaftin û kiryarên AKP’ê dibînin ku di serê wan de destûreke piranîparêz û demokratîk tune ye. Destûreke bingehîn a wisa digerin ku dê xelk bibêje ‘xwezî bi Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê.’ Dixwazin destûreke bingehîn a hêj bêhtir otokratîk û despotîk ku hemû maf û azadiya bi sînor dike çêbikin. Dixwazin vê rêveberiyê mayînde bikin û faşîzmê sazûman bikin. Lewma divê em rê nedin vê hewldanê.

‘Divê em li dijî vê feraseta qeyûm bi hev re têbikoşin’

 Niha du rê li ber me hene. An em ê hemû weke hemwelatiyên vî welatî mafên bingehîn û azadiyan biparêzin, an jî dê destûreke bingehîn a ku welat di nava tarîtiyê de bihêle li me were ferzkirin. Em hemû yek bi yek dê di nava vê tarîtiyê de winda bibin. Banga me ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku werin gel me û em bi hev re li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin. Em vê banga xwe ji bo meclisê dikin; divê xwedî li temsîliyeta gel daye wan derkeve. Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind dixwaze weke qeyûm li meclisê bê tayînkirin. Divê em li dijî vê feraseta qeyûm bi hev re têbikoşin. 

Banga me ji bo serokê meclisê heye; divê biryara Dadgeha Bilind teqez li meclisê neyê xwendin. Ji ber ku biryara wê, ji muxtirayên darbeyê yên berê cudatir nîn e. Banga me li Nûman Kurtulmuş ew e ku biryarê nexwîne û xwedî li vîna meclisê derkeve.

Mexdûrê vî karî û vê pêvajoyê jî Can Atalay e. Mîna tevan weke parlamenter hat hilbijartin lê sond nexwar û nikare peywirên xwe yên parlamenteriyê bi cih bîne. Çima tê ragirtin? Ji bo armancên esasî yên AKP’ê. Ji bo avakirina Tirkiyeya nû, AKP wî di girtîgehê de digre. Em careke din dibêjin ku bi biryara AYM’ê bikin û Atalay tavilê serbest berdin.”