Aygul Doku: Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye

Malbata Gulistan Doku ya hate Dêrsimê, ev bang kir: “Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe.”

Navenda Nûçeyan- Ji 5’ê Çileya 2020’an vir ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku, tu agahî nayê wergirtin. Aqûbeta Doku ya herî dawî hate dîtin ku bi Zaynal Abarakov ê zirbavê wî polîse li ber pastexaneyekê re nîqaş dikir, tevî 4 sal derbas bû jî hêj nehat ronîkirin.

‘Bila ev tarîtî bi dawî bibe’

Dayik û bavê Gulistan Doku ya hate Dêrsimê, wilî li edliyeyê bi dozger re hevdîtin kirin. Malbata ji dozger bersiva “em lêkolîn dikin” wergirt, li Qada Seyît Riza daxuyaniyeke kurt da. Xwişka wê Aygul Doku wiha got:

“Îro sala 4’êmîne ku Gulistan tune ye. Di nava çar salan de tenê hejmar hatin guhertin. 1,2,3 sal çêbûn Gulistan nîne, 4 sal çêbûn Gulistan nîne. Gulistan 4 sal in di nav tarîtiyê de ye. Yekane daxwaza me heye ku Abarakov were darizandin. Gulistan ji vê tarîtiyê derkeve. Nasname, ol û zimanê vê êşê nîne. Ji ber vê yekê divê her malbata ku li vî welatî keçek heye xwedî li Gulistanê derkeve. Em dixwazin xwedî lê were derketin. Bila ev tarîtî bi dawî bibe.”