Hejmara kesên di erdhejên Japonyayê de mirin gihîşt 92'an

Hejmara kesên di erdhejên ku li parêzgeha Işikawa ya li Rojavayê Japonyayê û li Nivgirava Noto pêk hat de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 92’an.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), hejmara kesên ku di erdhejên ku di navbera dîroka 1-4’ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê li rojavayê welat bi pileya bi pileya 4 heta 7,6’an pêkhat de, jiyana xwe ji dest dan gihişt 92’an.

Walîtiya Eyaleta Îşikawayê, derbarê erdhejên ku hîn ji erdhejên biçûk didomîn de daxuyanî da û diyar kir li seranserê herêmê zêdetirê 300 birîndar tên dermankirin.

Zêdetirê 40 kes di bin kavilan de ne

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin li seranserê herêmê zêdeyî 40 kes di bin kavilan de ne û zêdetirê 700 kes jî ji ber rêyên hatine girtin li noqteyên cuda asê mane, hate ragihandin li seranserê eyaletê 165 dibistan û tesîsan xisarên qismî hatine tesbîtkirin û nêzî 33 hezar kes li 370 nuqteyên tehliye stargeh dibin.

Hişyarî hate kirin ku baranê ya li seranserê Nîvgirava Noto berdewam dikin dikarin bibe sedema şimitîna axê. Hat diyarkirin ku li seranserê herêmê di misogerkirina ceyrana 30 hezar malan û misogerkirina avê ya ji bo 80 hezar malan de pirsgirêk tê jiyîn û çarenûsa zêdetirê 240 kesan nayê zanîn.