Ji bo mexdûrên erdhejê nobeta 'Edaletê' hat girtin

Ji bo hemû kesên ku di erdhejên navenda wan Mereş bû, bûn sedema mirina welatiyan bên darizandin, li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan “Nobeta edaletê” hat girtin û daxuyanî hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan-Bi daxwaza darizandina kesên di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereş de berpirsyariya wan di mirinê de heye, bi pêşengiya Platforma Malbatên li Pey Edaletê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Navnîşana çalakiyan jî edliyeyên bajaran bûn. Daxwaz jî ew bû ku kesên berpirsyariya wan di mirinê û hilweşîna avahiyan de hene bên eşkerekirin û darizandin. 

Mereş

Li Mereşê ku di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û parêzerên Baroya Mereşê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne karesat û komkujiyan, edaletê dixwazin” hat vekirin. Her wiha wêneyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. 

Serokê Baroya Mereşê Muhammed Burak Gul bal kişand ser lêpirsîna têkildarî berpirsyarên avahiyên di erdhejê de hilweşiyane û darizandina wan û wiha got: “Di ser erdhejê de 11 meh derbas bûn lê çima heta niha jî destûr nehatiye dayîn ku der heqê sazî û dezgehên cemaweriyê de lêpirsîn were destpêkirin?” Piştî daxuyaniyê, malbat û parêzeran li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 

Semsûr

Parêzerên Baroya Semsûrê jî li pêşiya edliyeyê bi daxwaza “Edaletê” nobet girtin. Têkildarî nobetê ev peyam hat parvekirin: “Di erdheja 6’ê Sibatê de mafê jiyanê yê gelek mirovên me ji dest wan hatin girtin û ji bo edaleta ku hê bi cih nehatiye, em nobetê digrin.” 

Wan

Baroya Wanê jî ji bo piştevaniya bi malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û lêgerîna wan a edaletê, li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzerên baroyê tevli daxuyaniyê bûn. Parêzer Sîpan Gokhan daxuyanî xwend û got ku ji bo kesên xemsariya wan di erdhejê de heye bi polîtîkaya “bêcezakirinê” neyên parastin dê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha Gokkan got ku divê kesên berpirsyariya wan di karesatê de heye hesabê bidin. 

Di berdewamê de Gokhan ev tişt anî ziman: “Demeke kin piştî erdhejê ji bo hêrsa welatiyan daxînin, çendek mutehîdên avahiyan, berpirsyarên neyekser û endezyar hatin girtin. Lê tenê berpirsyariya van kesan tê de nîn e. Di heman demê de peywirdarên cemaweriyê yên destûra van avahiyan dane jî hene. Ji berpirsyarên venêrîna avahiyan heta rayedarên şaredariyê û peywirdarên wezaretên têkildar divê hemû yek bi yek bên tesbîtkirin û darizandin. Divê berpirsyar tavilê bên tesbîtkirin û darizandin.” 

Enqere

Platforma Malbatên li Pey Edaletê li Enqereyê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne karesat komkujî, em edaletê dixwazin” vekirin. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Dê gel hesabê ji kujeran bipirse” û “Dê roj were, ev dewran biguhere, gel dê ji kujeran hesab bipirse” berz kirin. 

Nûnera Platformê ya Enqereyê Done Kaya di daxuyaniyê de axivî. Kaya, bal kişand ser tiştên di dema erdhejê de qewimîn û wiha got: “Sedema vê karesatê tenê erdhej nîn e. Ew kesên ku bajarên li dijî erdhejê bi ewle ava nekirin. Divê hemû kesên berpirsyariya wan di tiştên qewimîn de heye bên darizandin. Di ser erdhejê re hema bibêje salek derbas bû lê em hê jî li benda raporên kesên pispor in. Em hêj li benda dosyayên ji kesê pispor re nehatine şandin in. Li edliyeyan dozger tunebûn û em li benda dozgeran sekinîn. Ewraq winda bûn, em li benda dîtina wan sekinîn. Me xizmên xwe winda kirin û dema kesên gumanbar di nava civakê de digeriyan em li bendê man ku hesaba êşa me ji wan were pirsîn. Di ser erdhejê re 11 meh derbas bûn û hê tu nîşaneyên ku edalet pêk bînin nîn in. Em dixwazin ji hemû kesên berpirsyariya wan di mirin kesan de heye hesab bê pirsîn.” 

Edene

Her wiha li pêşiya Edliyeya Edeneyê jî bi daxwaza “edaletê” nobet hat girtin. Malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û parêzer tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêzer Mehtap Akyuz Ozcan axivî û xwest ku tevahiya kesên ji mirina ewqas kesan berpirsyar in bên darizandin û cezakirin. Ozcan, ev pirs kir: “Çima li ser kavilan delîlên bi hûr û kûr û têrker nehatin komkirin? Çima hê mehek di ser erdhejê re derbas nebû kavil bi hîmên xwe ve hatin rakirin? Çima hê jî encamek ji raporên kesên pispor derneketiye? Çima hewcehî bi îzahetkirina raporên pisporan ên bi encam bûn heye? Çima heta niha jî hejmareke rast a mirî, birîndar û windayan nehatiye tesbîtkirin?”

Herî dawî jî Ozcan xwest ku hemû kesên berpirsyariya wan di mirinê de heye bên darizandin û girtin.