MKG: Di sala 2023'an de 168 rojnamegerên jin hatin darizandin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), eşkere kir ku di sala 2023’an de 168 rojnamegerên jin hatin darizandin û 11 rojnameger jî hêj di girtîgehê de ne.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên sala 2023’an amede kir, di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de eşkere kir. Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Eyşan Arici û ya bi Tirkî jî Saliha Aras xwend.

‘Bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2023’an giran e’

Eyşan Arici, da zanîn ku di sala 2023’yan de sepanên weke girtin, zext, mobbîng û sansûrê yên li dijî rojnamegeran berdewam kirin û wiha got: “Bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2023’yan giran e. Bi taybet jî piştî hilbijartinên gulana 2023'yan, îktîdarê di bin navê ‘bekayê’ de rojnameger hedef girt. Jinên rojnameger hatin girtin, darizandin, tundî lê hat kirin, ji karê xwe hatin kirin û bi astengiyên curbecur rû bi rû man. Zexta darazê jî weke ‘ço’yek li dijî rojnamegerên jin hate bikaranîn.”

‘Rojnamegerên jin rastî zextan hatin’

Bi domdarî Eyşan Arici bi bîr xist ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de îktîdarê bi operasyonekê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û du rojnameger binçav kiriye û wiha domand: “Her wiha beriya hilbijartinê 5 rojnameger binçav kir. Rojnamegerên ku nûçe dişopandin rastî lêdan, tundî û zextên polîs û leşkeran hatin. Yek ji van jî nûçegîhana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekîn bû ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan de li Şirnexê rastî tundiya polîsan hat. Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Elfazî Toral jî li Stenbolê dema daxuyaniya çapemeniyê dişopand hat îşkencekirin û binçavkirin.” 

‘Tevî zextên îktîdarê jî rojnamegeran paşvegav neavêt û dê neavêjin’

Di berdewamê de Eyşan Arici daxuyand ku zêdetirî 10 rojnamegerên jin bi hinceta krîza aborî ji kar hatine derxistin, ji bo îstîfa bikin mobbîng lê hate kirin û li ser medyayên dijîtal jî hedef hatine girtin. Bi domdarî Eyşan Arici, daxuyand ku tevî zextên îktîdarê jî rojnamegeran paşvegav neavêt û dê neavêjin.

‘Di 3 mehan de 72 rojnemegerên jin hatin darizandin’

Eyşan Arici, bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê wiha parve kir:

“Di van mehan de 72 jinên rojnameger hatin darizandin, 11 jinên rojnameger hatin binçavkirin, 5 jinên rojnameger di dema şopandina nûçeyan de bi tundiya polîsan rû bi rû man, der barê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, der barê 4 rojnamegeran de doz hate vekirin, 5 rojnamegeran îfade dan, 3 hatin girtin, cezayê pereyan li rojnamegerekê htae birîn û li 2 rojnamegeran cezayê girtîgehê hate birîn. Bi tevahî li 3 rojnamegeran ceza hat birîn ,kameraya rojnamegerekê ji hêla polîsan ve hate şikandin, yek ji kar hate derxistin, rojnamegerên ku nûçe dişopandin çar caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, li qenaleke tv’yê cezayê pereyan hate birîn û her wiha cezayê girtinê 5 caran lê hat birîn.”

Di rapora 2023’an de ev dane cih girtin:

*Hejmara rojnamegerên tên darizandin:  168

*Hejmara rojnamegerên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 32

*Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 13

*Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin: 37

*Hejmara rojnamegerên jin ên girtî: 11

*Hejmara rojnamegerên di bin çavan de polîsan tundî lê kirin û bi miameleya xerab re rû bi rû man: 33

*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine girtin: 5

*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn: 8

*Hejmara rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatiye kirin: 11

*Hejmara rojnamegerên ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî li ser medyaya dîjîtal bûne hedef: 2

*Hejmara rojnamegerên dema pîşeya xwe dikirin gef lê hatiye xwarin: 2

*Hejmara rojnamegerên ji ber pîşeya xwe dikir der barê wan de gilî hatiye kirin: 1

*Rojnamegerên di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin: 10

*Rojnamegerên ji kar hatin derxistin: 9

*Hejmara rojnamegerên ji ber mobbingê îstifa kirine: 1