Gulistan Mûrad: Kooperatîf riya xelasiya ji krîzan e

Berdevka Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad teqez kir bi kooperatîfan aboriya civakê geş dibe, dûrî sîstemên din e û got bi sîstema kooperatîfan exlaq û pîvanên civakî esas tên girtin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Hevpeymana Civakî ya ku ji 134 madeyan pêk tê di 12′ê Kanûnê de ket meriyetê di madeya 18’an an de hatiye diyarkirin ku Rêvberiya Xweser aboriya civakî ya ku wekheviyê esas diger û her kes li gorî pêdiviyan qezenc bike esas digre. Di heman demê de di benda 19’an de hatiye diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistina aboriya civakî ya jinan ji derveyî pergala fermî digre dest. Berdevka Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Murad mijarê nirxand.

‘Bi riya vê yekê edaleta civakî bi pêş dikeve’

Gulistan Murad teqez kir ku xebatên kooperatîfan girêdana bi ax, malbat û welat re çêdike û wiha axaftina xwe domand: “Kooperatîf jî weke jiyana komînal tê avakirin, jiyana hevbeş karekî wekhev yanî her kesê di kooperatîfan de eynî kedê didin û wekhev jî qezenc dikin. Li vê derê em dikarin edaleta civakî ava bikin û jiyana ku bi awayê komînal tê meşandin hemû bi hev re yek dest, yek malbat xwedî li ax, malbat û welatê xwe derdikevin ji ber ku girêdaneke bi axê re çêdibe. Kooperatîf ji kombûnê tê, dema kombûn çêdibe hêzek jî tê çêkirin. Ew hêz jî li hemberî hemû cyreyên şîdet û êrîşan dikare bisekine.”

‘Her kes dikare beşdarî van xebatan bibe’

Gulistan Murad bal kişand ser hebûna her kesê di kooperatîfan de û got: “Girîngiya xebatên kooperatîfan ji hebûna her kesê ji beşên civakê tê. Yanî kooperatîf ne tenê ji beşek kesan tê avakirin. Hemû pêkhate, netew û hemû kesên li ser axa bakur Rojhilatê Sûriyeyê dijîn dikarin beşdarî kooperatîfan bibe, ji ber wê em girîngî didin xebatên wiha ji ber ku xebateke wisa ye her kesê di nava xwe de hembêz dike û her kes jî wekhev kar dike û qezenc dike.”

‘Ên ku kooperatîfan bi pêş bixin jin in’

Gulistan Murad di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku xebatên kooperatîfan serkeftî ne û wiha bi dawî kir: “Em kooperatîfan, riya çareserî û xelasiya ji krîza aborî ya vî welatî dibînin, niha derdora vî gelî hemû dopêçkirî ye, rojane êrîş li ser herêmê çêdibin. Ji bo ku em bikaribin civaka xwe ji planên qirkirinê xelas bikin em ê xebatên kooperatîfan bi keda jinan bi pêş bixn. Ji ber ku di dîrokê de jinan jiyana komînal dane meşandin û afrandin. Her wiha wekhevî û edalet di kesayeta jinan de zêdetir e. Jixwe her kes matmayî maye ku çawa gelê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava êrîşan de aboriya xwe bi pêş dixe lewma êrîş tên kirin. Ez dixwazim bibêjim ku kooperaftîf sîstemek serkeftî ye û civakê ji gelek zehmetiyan xelas dike û girêdan û hezkirinek di nava civakê de ava dike.”