‘Jinên koçî Misrê bûne ji zagonên ku wan biparêzin bê agahî ne’

Aktivîstan diyar kirin ku divê ji bo pêşîgirtina tundiyê, sinet, zewaca di temenê biçûk û bi zordariya li hemberî jinên koçber li Misrê xebat werin kirin û bal kişandin ku ger bi vî awayî nebe destkeftiyên jinan dê bikevin xeterê.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Jinên ku ji welatên cuda koçî Misrê bûne ji aliyê mêrên malbatên xwe ve rastî zextan tên. Mêr hewl didin kevneşopiyên welatên xwe yên li dijî jinan bidomînin. Der barê mijarê de parezer Faten Subhî ya ku di Partiya Yekitiyê de di mijarê pirsgirêka jinan û mafên wan de xebat dide meşandin ji ajansa me re axivî

‘Haya wan ji zagonan tune ye’

Hadeer Ehmed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya dawî de ji ber şer û zextan ji welatê Afrîqa, Ewropa Asyayê koçberiyek zêde ber bi Misrê ve çêbûye û destnîşan kir ku koçberên berê xwe dane Misrê her yek ji wan ji çandek cuda hatine û got: “Di çandan de cudabûnek zêde heye” Hedîr Ehmed bal kişand ku ew bi salan e li Misirê li dijî zewaca di temenê biçûk de, bi darê zorê û sinetkirina jinan têdikoşin û got ku ew bi fikar in destkeftiyên wan, bi koçberên ku ji welatên cuda hatine bikeve xeteriyê.

Hedîr Ehmed teqez kir ku ji bo guhertina kevneşopiyên wiha yên koçberan divê rêxistinên civaka sivîl zêdetir bikevin nava hewldanan û wiha berdevam kir: “Divê ji bo koçber zû fêrî jiyan û çanda Misrê bibin perwerdeyên hişyarbûn û semîner bên lidarxistin. Piranî koçber bi bênpêkirinên cuda re rû bi rû dimînin. Piranî ji wan riyên hiqûqî yên ku wan û malbatên wan biparêzin nas nakin. Bi riya semîner û perwerdeyan zagonên welat divê bên naskirin.”

‘Jinên koçber rastî tundiyê tên’

Rojnameger Faten Subhî jî bal kişand ku li Misrê neteweyên bi çandên cuda hene û wiha axivî: “Gelek çandên ku bûne qalib jinan cuda dikin hene. Pirsgirêkên mîna zewaca di temenê biçûk de, sinetkirina jinan û zêdeanîna zarokan hene. Divê ev hemû li ber çavan bên girtin” Faten Subhî diyar kir ku mêrên koçber ên hatine Misirê zextê li jinan dikin ku xwe bişibînin neteweyên din û got: "Hinek jin rastî tundiyê tên” Faten Subhî diyar kir ku tiştên tê jiyîn dibe ku li ser destkeftiyên tevgerên femînîst ên xwecihî bandora neyînî çêbike.

'Divê derbarê sinetkirinê de xebatek lezgîn bê kirin'

Faten Subhî bal kişand ku divê li dijî sinetkirina jinên koçber xebatek lezgîn bê kirin û wiha gotinên xwe bi dawî kir:

“Li ser navê olê jin tên tepisandin. Divê fikrên ku li pişt olên cur be cur veşartîne bên nîqaşkirin û redkirin. Gelek jin ne di ferqê de ne ku tundî li wan tê kirin. Komîte û rêxistinên sivîl ên ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin, di serî de Komîteya Jinan a Neteweyî divê di serî de berpirsyariya pirsgirêka newekheviya çandî bigrin ser xwe. Divê xebatên perwerde û hişyarkirinê ji bo pêşxistina mafên jinên koçber bên kirin.”