Li Xezayê de 22 hezar û 438 kesan jiyan xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de heta niha 9 hezar û 100 jê zarok, 6 hezar û 500 jê jin bi giştî 22 hezar û 438 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, banga parastina nexweşxaneyên li başûrê Xezayê kir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê daye destpêkirin, berdewam dikin. Di êrîşên ku 91 roj in li Xezayê berdewam dikin de, 9 hezar û 100 jê zarok û 6 hezar û 500 jê jin bi giştî 22 hezar û 438 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de zêdetirê 57 hezar Filistînî jî birîndar bûn.

'Ji sedî 70 kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in'

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê Eşref Kudra, destnîşan kir ku ji sedî 70 kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Eşref Kudra, diyar kir ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên Îsraîlê li Xezayê qetil kirine gihîştiye 326’an û diyar kir ku 126 ambûlans jî ketine rewşa ku nayên bikaranîn.

99 xebatkarên tenduristiyê hatin desteserkirin

Eşref Kudra, diyar kir ku Îsraîlê bi zanebûn 150 saziyên tenduristiyê hedef girtiye û wiha got: “Li tevahiya Zîvala Xezayê 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji derveyî xizmetê hatine hiştin.” Eşref Kudra, da zanîn ku hêzên Îsraîlî 99 xebatkarên tenduristiyê di bin îşkence û şert û mercên giran de desterser kirine û diyar kir ku Nexweşxaneya Şehîd Aqsayê û Nexweşxaneya El-Avde ya li herêmên navendî yên parêzgehê di xeterê de ne.

‘800 hezar kes nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tenduristiyê’

Eşref Kudra, bi bîr xist ku Îsraîlê Nexweşxaneya Nasir û Nexweşxaneya El-Amel a girêdayî Heyva Sor a Filistînê ya li bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezeyê hedef girtiye û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku nexweşxaneyên li başûrê Xezayê biparêzin û gihandina nexweş û birîdaran a nexweşxaneyê misoger bikin. Esref Kudra, bal kişand ku 800 hezar kes li bakurê Xezayê nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tenduristiyê û dubare kir ku ji bo nexweşxaneya Şîfayê pêwîstî bi gihandina derman û sotemeniyê, misogerkirina gihandin û parastinê heye.

Ji bo Refahê hişyariya karesata mirovî

Eşref Kudra bi gotinên; "1.9 milyon mirovên ji cih û warên xwe bûne, rastî birçîbûn, şewb û nexweşiyên şewbê, kêmbûna av, xwarin, stargeh û dermanan tên,” ji bo rewşa tenduristiyê ya başûrê bajarê Refahê ku nîvê nifûsa Zîvala Xezayê neçar maye koç bike, hişyariya karesetek tenduristî û mirovî ya felaketê kir. Eşref Kudra, der barê rewşa navendên stargehê de jî bang li saziyên navdewletî kir ku rê li ber karesatan li van navendan bigrin û xizmeta tenduristiyê û xurekên guncaw ji bo zarok, jinên ducanî û nexweşên kronîk misoger bikin. Eşref Kudra, ji bo Xezayê daxwaza alîkariyên zêdetir kir û wiha got: "Asta kêm a alîkariyên tibî ya ji bo Xezayê tê şandin, piştrast dike ku dagirkeriya Îsraîlê vê yekê ji bo kuştina birîndaran weke çek bi kar tîne."

Eşref Kudra, bi taybetî Xaça Sor a Navdewletî bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku bi taybetî personelên tenduristiyê serdana kesên ji aliyê Îsraîlê ve hatine desteserkirin bikin û ji bo berdana wan zextê bikin.

Mala rayedarê Heyva Sor hat hedefgirtin

Heyva Sor a Filistînê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîlê li Kampa Penaberan a El-Megazî ya li Xezayê mala malbata rayedarek Heyva Sor hedef girtiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi hedefgirtina mala Midûrê Navenda Ambûlansê ya Deyr El-Belah Enwer el-Hulî bû sedema qetilkirin û birîndarbûna gelek kesan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên Heyva Sor a Filistînê cenazeyên 2 kesan û 5 kesên birîndar derxistine û hat diyarkirin ku gelek kes jî di bin xirbeyan de mane.

MSF: Li Xezayê cîhekî bi ewle tune ye

Di daxuyaniya Bijîjkên Sînornenas a di malpera medyaya dîjîtal de hat dayîn de wiha hat gotin: “Li Xezayê cihekî bi ewle nîn e” di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî topbaranên artêşa Îsraîlê yên di 24’ê Kanûnê li ser qampên “El-Megazî" û "El-Bureyc hat pêkanîn de di 28’ê Kanûnê de 155 mirî û 357 birîndar rakirine nexweşxaneya Şehîdên Aksayê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li birîndarî û mirînê were girtin, alîkarî bê astengî were gihîştin û malzemeyên tibî bên zêdekirin pêdivî bi agirbestek mayînde heye.

Li Rîmayê xwendekarê dibistana amadeyî hat qetilkirin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, hat ragihandin ku xwendekarê dibistana amadeyî Esîd Tarik Enîs el-Rimavî yê 17 salî ku di êrîşa leşkerên Îsraîlê ya li ser bajarokê Rimayê de gule li sîngê wî ketibû jiyana xwe ji dest daye. Di êrîşê de 7 Filistîniyên ku birîndar bibûn rakirin nexweşxaneya dewletê Salfîtê ya Şerîa Rojava.

Li ser qampa penaberên Şerîa Rojava êrîş

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Balata ya li bajarê Nablûsa Şerîa Rojava ya dagirkirî de herî kêm 2 Filistînî bi guleyên rastî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di serdegirtina malên Filistîniyan de binpêkirinên mîna, lêdan, gefxwarin, bi mebesta qetilkirinê rasterast gule barandin û xerakirina malan pêk tîne.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeya kanala 12 ya televîzyona Îsraîlê, artêşa Îsraîlê biryar da ku sedemên bûyerên 7’ê Cotmehê qewimîn lêkolîn bike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di nava komîsyona lîkolînê  de serfermandarê berê Şaûl Mofaz, Serokê berê yê Îstîxbarata Leşkerî ya Îsraîlê Aharon Zeevî Farkaş û Fermandarê berê yê Fermandariya Başûr ya Artêşê Samî Turgeman jî hene.

Baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, di 7’ê Cotmeha 2023’an de êrîşî Îsraîlê kiribû. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di nava Îsraîlê de rastî rexneyên mezin hat ji ber ku ji destpêkê ve îstîxbaratê êrîşên li ser wargehên Îsraîlê yên li ser sînor di 7’ê Cotmehê de negirtibû.