RJAK: Rêya Leylayan bişopînin û li dijî qirkirina jinan bisekinin

Bi boneya 50’yemîn salvegera darvekirina Leyla Qasim, RJAK daxuyanî da û got: “Leyla Qasim bişopînin û li dijî qirkirina jinan bisekinin.”

Silêmanî – Beriya 50 salan şervana jin ya Kurd Leyla Qasim di 22 saliya xwe de ji ber nêrînên xwe yên siyasî bi hevalên xwe re hate darvekirin. Leyla Qasim yekem jina ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatî darvekirine.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li Silêmaniyê bi boneya 50’emîn salvegera bidarvekirina Leyla Qasim daxuyaniyek çapemeniyê da û her wiha jinên şoreşger Hozan Mizgîn û Şîrîn Elemhulî jî hatin bibîranîn.

Daxuyaniya RJAK’ê ji aliyê Şeyma Nebîl ve hate xwendin û wiha hate ragihandin:

“Leyla Qasim jinek tejî berxwedan û dilekî tejî têkoşîna azadiyê bû. Jinekê di şeva tarî ya zilm û zordariya dagirkeran de riya têkoşînê nîşanî jinan da û da xuyakirin ku jin di nava zihniyeta zilamsalar û rejîma dîktator de bi îrade û azadîxwazin. Bû çirûska agirê şewitandina zihniyeta feodal a ku jinê biçûk dibîne.

‘Şehîd Mizgîn bi helwesta xwe ya şoreşgerî hunera xwe parast’

Jinên Kurd hertim cihê xwe di nava têkoşîna ji bo ax û welat de cih girtine. Ger hejmara wan kêm be jî bûne serbilindiya hemû Kurdan, bûne ronahiya rêyên tarî. Leyla Qasim yek ji wan jinên têkoşer ku li dijî rejîma wê demê ya Bees’ê bi fedekarî û bê tirs meşiya. Leylayê peyama têkoşînê da û ji çar parçeyan gel berê xwe da têkoşînê. Şîrîn Elemhûlî, Bêrîtan, Destîna Qendîl, Hevrîn Xelef û Hozan Mizgîn ku li Bakurê Kurdistanê hem hunermend û hem jî jineke têkoşer bû, ji bo vê doza rewa ya gelê Kurd canê xwe dan. Hunera xwe xiste xizmeta gel û welatê xwe. Ji ber ku huner bê xak û netew tune dibe ku dagirkeran hertim hewldane çand û hunera Kurdî tune bikin. Lê şehîd Mizgîn bi helwesta xwe ya şoreşgerî hunera xwe parast.

‘Rêya Leyla Qasim berdewam bikin û rê nedin dagirkeran’

Em salvegera darvekirina têkoşera jina Kurd Leyla Qasim bi bîr tînin û rêya wê weke rêya xwe dibînin. Her wiha bi vê boneyê em hemû jinên ku di vê meha Gulanê de şehîdbûne bibîrtînin û dibêjin hûn namirin bila giyanê xwe şad be. Bi vê boneya bi rûmet em bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hev re rêya Leyla Qasim berdewam bikin û rê nedin dagirker û kujerên jinan axa me dagir bikin. Yên ku jinan dikujin û di destên wan de çek hene, bila jinan nekujin û bi çekên xwe ax û welatê xwe biparêzin.”