Parlamenterên Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê name şandin

39 parlamenterên Zelandaya Nû ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya 25’ê Gulanê ji Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayip Erdogan re name şandin û xwestin ji bo çalakiya hefteya 1000’an a Dayikên Şemiyê destûr were dayîn.

Enqere – Parlamenterê Partiya Karkeran ê Te Atatuya Zelandaya Nû, Berdevkê Koç, Bêçekkirin û Kontrola Çekan û Cîgirê Karûberên Derve Hon Phil Twyford li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo Dayikên Şemiyê ji serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re nameya şand. Twyford xwest ji bo çalakiya hefteya 1000’an a Dayikên Şemiyê destûr were dayîn. Twyford destnîşan kir ku di nameya wan şandiye de îmzeya 39 parlamenteran heye.

‘Dayikên Şemiyê di mijara mafên mirovan de xwedî sekn û dengê girîng in’

Daxuyaniya Twyford wiha ye: “39 Parlamenterên Zelandaya Nû ji serokomarê Tirkiyeyê xwestin ku hikûmeta wî ji Biryarên Dadgeha Bingehîn ên ji bo Dayikên Şemiyê dane re rêzdar be. Dayikên Şemiyê li dijî windakirinên bi darê zorê 29 sal in dengê xwe bilind dikin. Dayikên Şemiyê di mijara mafên mirovan de xwedî sekn û dengê girîng in. Nameya me ya ku me ji Erdogan re nivîsandiye di çarçoveya azadiya civîn û xweîfadekirinê de ye. Çalakiya Dayikên Şemiya ya 25’ê Gulanê ku li Qada Galatasarayê tê lidarxistin, bêyî ku rastî tacîza polîsan were, divê destûr were dayîn.”