‘Demildest divê Qada Galatasaray ji Dayikên Şemiyê re were vekirin’

11 saziyên mafê mirovan ya Navnetewî bi daxuyaniyek hevpar, xwestin bêyî ku astengiyekê Qada Galatasarayê ji bo Dayîk-Mirovên Şemiyê demildest were vekirin.

Navenda Nûçeyan – 11 saziyên mafê mirovan ya Navnetewî daxuyaniyek hevpar weşandin, xwestin bêyî astengiyekê Qada Galatasarayê ji bo Dayîk-Mirovên Şemiyê demildest were vekirin. Saziyên Mafê mirovan ya Navnetewî di daxuyaniyê de diyarkirin ji gulana 1995’an heta niha Dayîk-Mirovên Şemiyê ji bo edaleta û heqîqeta ji bo zarok û xizmên xwe yên bi zorê hatin windakirin di nava çalakiyê dene û piştevaniya xwe îlan kirine.

‘Çalakiya xwe ya dem dirêj berdewam dikin’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku Dayîk-Mirovên Şemiyê wê di 25’ê Gulanê de çalakiya xwe ya 1000 li darbixwe û li Tirkiye çalakiya herî demdirêj berdewam dike û ev tişt hate gotin:

“Ew di nava 29 salên dawî de bi taybet ji Tebaxa 2018’an heta niha, ji aliyê rayedaran ve rastî binpêkirinên sînordarkirina mafê hiqûqî yê prostestokirin, bikaranîna hêza zêde ya polîsan, binçavkirinên keyfî, lêpirsînên bê bingeh û tacîza îdarî hatin. Ev binpêkirin bê ceza man. Di 25’ê Tebaxa 2018’an de di hefteya 700 ya nobetê de polîsan bi hêzek mezin hewl da girseyê belav bikin û derbarê polîsan de lêpirsîn nehat vekirin, hê darizandina 46 parêzvanên mafê mrovan ku derhiqûqê hatin binçavkirin û rastî bikaranîna hêza zêde hatin hê berdewam dike.  Di Sibata 2024’an de cardin di navde mirovên wan jî hene derbarê 20 kesan de lêpirsînek din ya bê bê bingeh hate vekirin.”

‘Dest ji biryardariyê bernedan’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Dayîk- Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyên derketine pêşberî wan dest ji têkoşîna xwe ya derxistina rastî û berbirs derbikevin pêşiya edaletê bernedane û wiha hate gotin: “Di heman demê de ev bi salane Qada Meydanê ku weke cihê hatina ba hev ya heskiriyên xwe û biranê pênasekirin, li dijî zextên rayedaran nobeta xwe ya heftane bi biryardarî berdewam dike.”

‘Divê sînordarkirin demildest rabe’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel rê nirxandinên Wezîrê Karê Hindir Alî Yerlîkaya di Cotmeha 2023’an de sînordarkirinên Qada Galatasaray sifik dike, bi keyfxweşî hatin pêşwazî kirin hebûna bariyerên polîsan û hejmara kesên ku destur dide bejdariyan bi awayek keyfî sînordarkirin em bi fikarin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakî ji bo 10 kesan sînordar kirin mafê çalakiya aştiyane hatin astengkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt  hate gotin:

“Biryara di mijdara 2023’an û Adara 2023’an de hate girtin, serlêdana kombûna aştiyane, binpêkirina azadiyê û ji bo dûbarenabûna binpêkirinan hikum bike heta niha  biryarên dadgeha Destura Bingehîn nehatine pêkanîn. Di serî de Dayîk-Mirovên Şemiyê di nav de mirovên mexdûrên bi zorê hatin windakirin û sînordarkirinên parêzavanên mafê mirovan yên li Tirkiye ji bo binpêkirinên tê pêkanîn demildest bi dawî bikin em bang dikin. Em bang li rayedaran dikin her roja Şemiyê li Qada Galatasaray li cihê ku mafê protestoyên aştiyane sînordar bikin, divê rêzê lê bigrin û asanbikin û bi parêzin.” 

Saziyên mafê mirovan yên Navnetewî ên ku daxuyanî weşandin wiha ye:

“*Amnesty International (Rêxistina Navnetewî ya Efû)

*Article 19 (Maddeya 19)

* Civicus (Hemwelatî)

 *Civil Rights Defenders (Parêzvanên mafê sivîl)

*Collectif des Familles de Disparus en Algérie (Kolektîfa Malbatên Winda ya Cezaîr)

*Euro-Mediterranean Federation Against Enforced Disappearances [FEMED] (Federasyona li dijî bi zorê windakirinya ya Ewropa- Derya Spî

*EuroMed Rights (Mafê Ewropa Derya Spî)

*in the framework of the Observatory for the Protection of Human Rights Defenders (Federasyona Mafê mirovan ya Navnetewî di çarçoveya çavdêriya parastina parêzvanên mafê mirovan)

* International Federation for Human Rights (FIDH)(Federasyona mafê mirovan ya Navnetewî)

*Front Line Defenders (Parêzvanên xeta pêş)

*World Organisation Against Torture (OMCT) (di çarçoveya çavdêriya parastina parêzvanên mafê mirovan, saziya li dijî îşkenceya cîhanî).