Di êrîşên Îsraîlê de 14 zarokên din jî hatin qetilkirin

Di êrîşên dawî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de 14 zarok hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7ê Cotmehê vir ve bênavber didomin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê li bajara Xezayê û bajarê Refahê yên li başûrê Zîvala Xezayê êrişê 2 malan kir. Di encama bombebarana malekê ya li Taxa Ed-Derec a li navenda bajarê Xezayê de hêrî kem 10 jê zarok 16 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di encama êrîşên Îsraîlê yên ji roja Şêşemê ve li dijî bajarê Cenîn û kampa penaberan didomin de 4 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî bajarê Cenînê de zarokê 15 salî yê bi navê Vesîm Ahîd Ceradat jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê ya der barê êrîşên Cenînê de hat dayîn de, hat ragihandin ku 3 malên Filistîniyan ên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine texrîbkirin hatine desteserkirin û 3 malbatên Filistînî yên bêmal mane jî ji herêmê hatine tehliyekirin.