Li Wargeha Mexmûrê ji bo jinên ciwan komxebat hat destpêkirin

Tevgera Jinên Ciwan û Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma ‘Bi Ruhê Sara û Bîşengan wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin Rêber Apo Azad Bikin’ dest bi komxebatek bikin.

Mexmûr – Di bin pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komxebatek hat destpêkirin. Komxebatê bi tevlibûna jinan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê hevberdevka Saziya Ciwanan Kajîn Ozek ve hat kirin.

Kajîn Ozek di destpêka axaftina xwe de got: “Heta jinek ciwan û dayikek hebe wê li pey fikir û felsefeya Rêbertî bimeşe. Ev demek e dirêje em agahî ji Rêbertî nagirin û tecrîd li ser tecrîdê tê meşandin. Em niha bi saya Rêbertî li vir kom bûne. Em weke jin, dayik û hemû xebatkar deyndarên Rêbertî ne. Ji bo ku em bikaribin vî deynî bidin a ku ji me tê xwestin têkoşîn û berxwedan e. Ji bo wê divê em xebatên bi vî rengî zêdetir bikin û ji bo pêvajoyê bibin bersiv.”

‘Ya ku civakê birêve dibe û dikare azad bike jin e’

Kajîn Ozek di dawiya axaftina xwe de armanca lidarxistina komxetê bi van gotinan anî ser ziman: “Em wek jin hêzin li vir û em dikarin gelek nûbûnan di wargehê de jî di cîhanê de jî avabikin. Me wek tevgera jinên ciwan û akademiya şehîd jiyan xwest komxebatek lidarbixin. Ji bo ku em bikaribin daxwaz, hest û fikrên jinên ciwan bînin ser ziman û jin bikaribin di her alî de xwe îfade bikin. Baweriya me bi jinê heye, ji ber ku ya civakê birêve dibe û dikare azad bike jin e.”

Piştî axaftinê perpektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştre peyamên ku ji bo komxebatê hatine şandin hatin xwendin û temaşe kirin. Bi giştî mijarên ku di komxebatê de werin pêşkêşkirin evin; Hersê zayînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hersê zayînan de guhertin û veguhertinên di civak, jin û mêr de pêkhatine, herwiha bi van zayînan û mîrasa avabûyî re asta jiyanê û li ser vê yekê erkên werin hilgirtin.

Piştî pêşkêşkirina mijaran wê mafê axaftinê ji çêkerê re were dayîn. Piştî pirs û bersivên çêkerê, wê ji bo xurtkirina çalakiyên ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar werin girtin. Piştî pêşniyaran jî wê encamname bi raya giştî re were parvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku wê komxebat du rojan berdewam bike.