Li Spanyayê 81 saziyan ji bo Abdullah Ocalan bang kirin

Li Spanyayê 81 saziyên civaka sivîl, komele û sendîkayan, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji CPT’yê re nameyek nivîsîn û banga ‘bikevin tevgerê’ kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Spanyayê 81 saziyên civakên sivîl, sendîkavan, komele û akademîsyenan ji bo Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û muameleyên binpêkirina rûmetê ango dijmirovahiyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mîtchell’e nameyek şand. Di nameye de hat xwestin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bikevin tevgerê.

Di nameyê de, hat destnîşankirin ku daxwaza bi milyonan Kurdan rakirina tecrîdê ye û hat gotin ku pêkanînên li Îmraliyê şêweyeke îşkenceyê ye.

Di nameye de wiha hat gotin:

“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi milyonan Kurd wî weke nûnerê xwe yê siyasî dibînin 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Birêz Ocalan di vê dema tecrîdê ya dijmirovahî û dijhiqûqê de destûr nehatiye dayîn bi tu awayî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Têkiliyên Ocalan bi derve re hatine birîn û bi tu awayî agahî jê nayê girtin.

‘Der barê tenduristiya wî de negirtina agahiyan dibe sedema fikarên cidî’

Di vê serdemê de Tirkiyeyê, hewl da Girava Îmraliyê veguherîne ‘tabûteke ku avjeniyê dike.’ Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye, 25 sal in di bin tecrîdeke giran de rastî îşkenceyên hovane tê lê di nava 3 salên dawî de der barê tenduristiya wî de agahî nehatiye dayîn û ev yek bûye sedema fikarên cidî. Di vê rewşê de cihê mayîna wî jî nayê zanîn, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek Kurdên ku wî mîna nûnerê xwe yê siyasî dibînin, mijarek gelek hesas e.

Ji ber van sedemên ku zehmetiyan çêdikin, em ji we CPT’yê daxwaz dikin ku bikeve tevgerê. Encax bi vî awayî dikare tirsa me kêm bike. Mîna CPT’yê mafê we heye ku hûn biçin serdana hemû girtîgehên dewletên alîgirên vê peymanê ku Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek derfet û qabîliyetek dide we ku hûn komeke xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikûmeta Tirk mecbûr e bêsînor rê bide we ku hûn bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û hevdîtinek taybet pêk bînin.

‘Bi lezgînî erkên xwe bi cih bînin û ji bo hevdîtinê heyetek bişînin Îmraliyê’

Em dixwazin CPT li gorî xala 3’yemîn a rêziknameya Konseya Ewropayê (KE) tevbigere. Her endamek Konseya Ewropayê divê pîvanên serweriya hiqûqê û mafên mirovan û azadiya hemû kesan di çarçoveya hiqûqê de nas bike. Birêz Ocalan welatiyekî Yekitiya Ewropayê (YE) ye ku ev bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar maye û sê sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên qanûnî, weke dîtina parêzerên xwe û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.

Bi hemû jidiliya xwe, daxwaza me ji we ew e ku bi lezgînî erkên xwe bi cih bînin û ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re û kontrolkirina rewşa tenduristiyê heyetek bişînin Girava Îmraliyê. Tevî vê yekê ger hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku tevahî pîvanên KE’yê û CPT’yê pêk bîne û teşwîq bikin ku destûrê bide malbat û parêzerên Ocalan ku biçin serdana wî, em ê gelek kêfxweş bibin. Ev wê bibe wesîle ku pirsgirêkek lezgîn a mafên mirovan ku bandorê li milyonan Kurdan dike bê nirxandin û wê ruhê lihevhatinê ku bi lezgînî ji bo çareseriya aştiyane ji pirsgirêka Kurd re li Tirkiyeyê hewce ye, nû bike."

Lîsteya Îmzevanan 

*45 sazî, sendîka, rêxistinên cîvakî yên sivîl:  

*Agrûpacîon Icarîa Acontracorrîente, Federasyona Anarşîst a Iberîayê, Sevîlla  

*ARRAN, Rêxistina Ciwanan, Barselona  

*Meclîsa Antîespecîstayê, Madrîd 

*Meclîsa Collado Villalbayê, Madrîd  

*Komeleya Parêzerên Azad, Madrîd 

*Apoyo Mûtûo, Aragon  

* Roberto el Pîrata, Komeleya Çandî, Cantabrîa  

* Komeleya Solîdarîa Intersîndîcalê, Valensîya  

* Komeleya Recîproka Sûbtenoyê, Tenerîfe  

 Zanîngeha Gel, Bûrgos 

*Lucîano Romero Molîna" Komeleya Penaberên Kolombiyayê, Astûrîas  

* Kolektîfa Gûadaûcayê, Badajoz  

* Kolektîfa Karkerên Vallekasê, Madrîd 

 * Kolektîfa Yretîembleyê, Madrîd  

* Sol Legal, Buroya Hiqûqê, Madrîd 

*COSAL, Komîteya Hevgirtinê ya bi Emerîkaya Latîn re, Astûrîas 

 * CSCA, Komîteya Hevgirtinê ya bi Pirsgirêka Ereban re 

* CGT, Konfederasyona Giştî ya Karkeran 

 * CGT, Şaxa La Rîoja  

* CGT, Şaxa Bûrgosê 

*CIG, Konfederasyona Intersîndîcal a Galîzayê, Galîza 

 * CNT, Konfederasyona Karkeran a Navneteweyî, Şaxa Terûelê 

 * CNT, Şaxa Colmenar Vîejoyê 

 * CNT, Şaxa Comarcal Sûrê 

 * CSOA, Navenda Civakî, Bask

 *Komîteya Ekolojîstên Çalakger, Astûrîes  

*Weqfa Komunan, Tevahiya dewleta Spanyayê 

 * Sendîkaya Yekitiyê, Astûrîas  

*Konfederasyona Sendîkayên Katalanyayê  

*Komîteya Navneteweyî, Bask 

*Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re, Îngilîstan 

 *Insiyatîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re, Bask 

* Partiya Keskan, Astûrîas 

*Komeleya Lûmaltîk Herrîakê, Bas 

*Dayîkên li dijî Zextê, Madrîd 

*OSTA, Sendîkaya Karkeran, Aragon 

* Platforma Parastina Tenduristiya Raya Giştî, Astûrîas 

*Kovara Vîento Sûrê 

*RAM, Komîteya Azadiya Rojava, Madrîd 

*Mala Hevgirtinê ya Zabaldîyê, Pamplona û Navarra 

* 13 Berpirsên sendîka û komeleyên çapemeniyê  

 22 akademîsyen   

*Adrîan Almazan Gomez, Vîtorîa-Gasteîz, Araba  

*Begona Landa Calvo, Castrîllîonn, Astûrîas  

*Benjamîn Jimenez de la Hoz, Madrîd  

*Danîel Garcîa, Madrîd  

*Emîlîo Nevado Gûerra, Castrîllon, Astûrîas 

 *Esteta Mateo Regûeîro, Menarco 

* Francîsco Joser Espano, Prefesorê Zanîngeha Carlosê 

 * Javîer Rodrîgûez Martîn, Valladolîd  

* Jûan Vîllasante Claramonte Sedavî, Valensîya  

* Jose Mîgûel Sanemeterîo, Dîroknas, Bas 

*Marîa Antonîa Olîver Rotger, Barselona  

*Marîa Letîzîa Epîscopo, Pisa, Îtalya  

*Marta Fernandez Garcîa, Ovîedo-Astûrîas  

*Nelly Bocchî, Fîdenza, Îtalya  

*Nîcoletta Manûzzato, Rojnameger 

 *Nûrîa Pomposo Rodrîgûez, Candabrîa 

*Rîcardo Hoyos Brage, Collado Medîano, Madrîd  

* Ruben de la Pena Martînez, Bûrgos  

* Teresa Cortes Jûrado, Parla, Madrîd  

* Tîzîano del Cotto, Vîllasanta, Îtalya  

* Yanîra Hermîda Martîn, Profesorê Dîrokê, Canarîa.’’