NY’ê ragihand ku li Xezayê nexweşî zêde dibin

NY’ê, ragihand ku li Zîvala Xezayê ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe didomîne, nexweşiyên şewbê zêde bûn.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberên Penaberên Filistînî (UNRWA), li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek weşand û têkildarî rewşa dawîn a Xezayê agahiyan da.

Di daxuyaniya ku hate gotin "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Xezayê bûyerên ku tê gumankirin îshal û Hepatît A jî di nav de nexweşiyên şewbê zêde bûne” de, hate diyar kir ku UNRWA’yê misogerkirina xizmetên tenduristiyê didomîne. Di daxuyaniyê de hate balkişandin ku qerebalixbûna zêde ya li stargehên ku Filistîniyên ji cih û warê xwe spartine û şert û mercên hîjyenê yên ku ji ber sedema ji cih û warêbûna bi darê zorê pêktên, metirsiyên cidî yên tenduristiyê çêdike û carek din banga agirbestê hate kirin.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezeyê, ji ber koçberiya bi darê zorê ya li Xezeyê, di 1 milyon û 95 Filistînîyan de nexweşiyên şewbê hatine tespîtkirin. Nêzîkî 20 hezar ji van bûyeran wek nexweşiya Hepatît A hate tomarkirin.