Girtiya nexweş Hanîfe Arslan sewqî nexweşxaneyê kirin

Girtiya nexweşa giran Hanîfe Aslan a 76 salî, ji bo rapora şandeyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Tevî hemû hewldanên ji bo berdana girtiya nexweş a giran Hanîfe Aslan a 76 salî, ji bo rapora tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin. Nexweşiyên KOAH, mîde, tansiyona bilind û ziwabûna ava çokên Hanîfe Arslan hene. Ji ber nexweşiyan Hanîfe Arslan li ser kursiya bi teker jiyana xwe didomîne.

Parêzera wê dema di 26’ê Çileyê de serdana wê kir Arslan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê hatibû kirin. Nexweşxaneyê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiribû.