Di êrişa dewleta Tirk de jinek hat qetilkirin

Hat zanîn ku di encama êrişa dewleta Tirk a li ser Minbicê de jineke jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Hat diyarkirin ku di bombebarana li dijî Minbicê de jinek hatiye qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, gundên Minbicê ji şeva din ve di bin êrişên dijwar de ne.

Di daxuyaniya ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat dayîn de wiha hat gotin: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyan, gundên kantonê yên ku gelek şêniyên wan hene, bi çekên giran topbaran kirin. Topbaranê di saet 00.00’an dest pê kir, heta vê sibehê berdewam kir. Gundê Cat, Ewn Dadat û Toxar ên bakurê rojhilatê Minbicê bi 24 guleyên hawan û obîsan hatin topbarankirin. Gundê Dendeniyê bi 8 guleyên hawan û obîsan, gundê Seyada bi 59 guleyan û gundê Yanlî bi 10 guleyan hatin hedefgirtin. Her wiha gundên Kawiklî, Qert Wêran û Erîme bi 64 guleyên hawan û obîsan û gundê Cib Mexzûm ê rojavayê kantonê bi 7 guleyên hawan û obîsan hatin topbarankirin."