Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hedef bêdengkirina muxalefetê ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe ya der barê rêveberiya nû ya seferberiyê de wiha got: “Careke din û ji nû ve dixwazin Kurdan, demokrat û şoreşgeran bikin hedef.”

Enqere- Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê ‘Rêveberiya rewşa şer û seferberiyê’ û paketa 9’emîn a darazê de axivî.

‘Çima pêwîstî bi guherînek wiha dîtin?’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi pirsa çima pêdivî niha bi guherînek wiha hat dîtin wiha got: “Yek ji guhertinên herî krîtîk ew e ku li gel rewşên şer, ji bo serhildan, raperîn û hwd. ku naverokê çawa bixwazin dikarin wisa tije bikin di rêziknameyê de cih girt. Weke mînak dibêje ‘heke liv û tevgerên li derve û hundir xeterê li ser yekitî û yekparetiya gel çêdikin çêbibin.’ Mijara seferberiyê mijareke cidî ye lê bi îfadeyên pir ne zelal ku her kes li gorî xwe dikare şîrove bike hatiye pênasekirin. Xuya ye ku ev rêzikname ji bo parastina welat, ji bo tiştên Erdogan ji bo xwe weke gef dibîne hatiye amadekirin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: “Ev rêzikname nîşan dide ku rejîmê dev ji polîtîkayên ewlehiyê bernedaye û dixwaze riyeke nû ji xwe re veke. Tiştekî tesadufî nîn e ku ev rêzikname piştî berxwedana Wanê hat derxistin. Dixwazin careke din Kurdan, demokrat û şoreşgeran bikin hedef. Dixwazin berxwedanên wan ên rewa bi riya vê rêziknameyê bifetisînin.”  

Paketa 9’emîn a darazê

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Paketa Darazê ya 9’emîn û ev nirxandin kir: “Desthilatdariyê ji ewil ve xwest bi riya Qanûna Dezenformasyonê xwe bigihîjîne armanca xwe. Xwest dengê rêxistinên ked û çapemeniyê qut bike lê wisa xuyaye ku negihîştin armanca xwe lewma gaveke nû avêtin. Tifaqa AKP-MHP’ê dixwazin di bin siya nîqaşên destûra bingehîn de bi sererastkirinên weke ‘sîxurgeriya bandorkirinê’ bizmarê dawî li darbesta azadiya çapemeniyê, mafên bingehîn û hemû warên azadiyê bixin. Di her quncikê de bêedaletî heye û gel li pey edaletê ye lê ew li pey wê yekê ne ku di vê serdema nû de dixwazin tevahiya muxalefetê bêdeng bikin.”