4’yemîn Kongreya KJAR’ê bi dawî bû

KJAR’ê di 4’emîn kongreya xwe de bang li jinên Rojhilat û Îranê kir ku di bin banê KJAR’ê de têkoşîna azadiya bidin meşandin.

Navenda Nûçeyan- Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi dirûşma “Serxistina şoreşa Jin, Jiyan, azadî, misogerkirina azadiya jinan û civaka demokratîk e” di navbera 7-9’ê Gulanê de 4’emîn kongreya xwe li dar xist.

Kongre diyarî kesayetên şehîd ên pêşeng şehîd Aryen Arê, Şîlan Bane û Rûken ku ji neteweya Ereb bûn û li Şaho şehîd bûn, hat kirin. Her wiha di kongreye de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi berfirehî hate nîqaşkirin. Di rojeva sêyemîn de rêxistinkirina komîteyan, asta xweparastina Jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, asta ku pêwîst e bigihîjinê hatin nîqaş kirin. Her wiha di kongreye de plansaziya 2 salan a KJAR’ê, desteya rêveber a ku ji 15 rêveberan pêk tê, hat diyarkirin.

‘Xebatên me wê bi piştevaniya jinan bi hêztir bibin’

Axaftina vekirinê ya kongreya KJAR’ê ji Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji aliyê Denîz Derya ve hat kirin û wiha got: “Di serdema ku em niha em tê de ne û di nava evqas êrîşên ku hêzên dagirker li ser Rêbertiya me û tevahiya mirovahiyê pêk tînin, lidarxistina vê kongreyê, berhema keda rêhevalên me yên şehîd e. Ji bo berdewamkirina vê tekoşînê û ji her demê zêdetir bi hêztir bibe, canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê em di şexsê, şehîd Aryen Arê, Şîlan Bane û Rûken de tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Lidarxistina kongreya me ya 4’emîn, bersivdayîna herî xurt a li hemberî deshilatdarî, serdestî û zayendperestiyê ye. Bêguman wê xebata me  ji îro û şûnde, bi hevgirtina jinan zêdetir bidome. Niha jî em bi vê biryardariyê, kongreya xwe ya 4’emîn li dar dixin.”

‘Berxwedana 45 salan’

Piştî axaftina Denîz Derya, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. Di nava guftûgoyan de, bal hat kişandina ser girîngiya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat gotin:

“45 sal berxwedan, ji bo gera li heqîqet û pênaseya rasteqîn a jiyanê, bi berxwedana Rêbertî re misoger bû. Rêbertî ev berxwedan weke zayîna sêyem, li zindana Îmralî pênase kir. Tecrîda girankirî, nekarîbû ji Rêbertiya Azad re, bibe asteng û mezintirîn şerê bîrdozî û şerê pergalê, meşandin. Li himberî modernîteya Kapîtalîst û tevahiya pergalên wî, sekneke dîrokî raber kir û mezintirîn ‘NA’ ji serdestan ra îlan kir. Rêber Apo ji bo ku, em di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de di astek mezin de tekoşîn bikin. Emê çawa xwe bi rêxistin û mezin bikin, şoreşê pêk bînin, bi awayekî zelal daniye pêşiya me. Di sala 1999’an de, gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çawa ku li hember komployê derketin, di sala 2022’an de jî, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî li paradîgmaya Rêbertî derketin. Di çarçoveya vê pêngavê de, azadiya fîzîkî ya Rêbertî, wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bibe navenga hemû xebatên me. Emê bi hemû hêz û îradeya xwe wek (KJAR) li ked û felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin û ta misgerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, emê ranewestin.”

Qetilkirina Jîna Emînî

Nirxandina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava kongreye de, cihê xwe di rojeva duyem de girt. bal hat kişandin ku Rojhilata Navîn carek din ji bo jiyana mirovan bûye çavkanî û derbarê şoreşa Jin Jiyan Azadî de ev tişt hate gotin: “ ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihiştiye lûtkeyê, bandorekî pir mezin di asta heremî û cîhanî de çêkir. Têkoşîna jina Kurd ya ku bi bedelên mezin dayî bi şoreş giha lutkeyê. Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, teqandina hêrsa bi salan a jin û gelan bû. Di rastiyê de bi qetilkirina Şilêr Resolî, ku li Merîwan teslîmî zilamê tecawuzger nebû, bertekên gel pêş ketin. Xwedî derketina gelê Merîwanê a li Şilêr, hişt ku Seqiz û tevahiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi bertekên mezin ve xwedî li Jîna derkeve. Jinan li hemû bajarên Îran û Rojhilat li dijî ferzkirina jiyana rejîma Îranê rabûn.

Di navbera 8 salên dawiyê de, serhildanên gelan pir girseyî li dijî Rêjîmê pêş ketin, lê bi şêwazekî hovane hatin serkût kirin. Bi hezaran kes hatin girtin û qetil kirin. Lê ev serhildan li gorî hemû serhildanên din cûda bû. Cara yekem bû ku hemû netew, bawerî, jin, ciwan û çîn tevlî şoreşê dibûn. Di salên dawiyê de nerazîbûna dayik, mamoste, karker û jinan pêş ket. Weke rihekî serhildêr her berdewam di nav civakê de zindî hiştin, ev yek jî hişt ku potansiyela xwedî derketina li jinan û berxwedana li himberî zayendparêzî û deshilatdariyê, hê bilindtir bibe. Her wiha di dewama nirxandinan de hate diyar kirin ku xwedî derketina li pêngava ‘Bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ xwedî derketina li îrade û hebûna xwe ye. Ji ber vê yeke pêwîste ku em wek jin, di asteke bilind de din ava vê pêngavê de vih bigrin û di asteke çalak de rol bilîzin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî nebûye û wê nebe jî. Emê di sala nû de, di asteke hê bilindtir de ji bo bi ser xistina şoreşê, xebatên xwe hê bi hêztir bikin.”

‘Wê tu jin bê perwerde û bê rêxistin nemîne’

Di rojeva sêyemîn de rewşa komîteyên KJAR’ê yek bi yek hat destgirtin. Di dawiya axaftinan de biryar hat dayîn ku komîteyên şehîd, zindan, ekolojî, xweparastin bên avakirin. Di heman demê de ji bo komîteyên heyî jî biryarên nû hatin girtin. Her wiha li her cihekî ku jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hene, li ser rêxistinbûnê hat nîqaşkirin û di heman demê de bal kişand ser mijara rêxistinkirina jinên li Ewropayê û biryarên nû hatin girtin. Di berdewamiya nîqaşan de bal hat kişandin ser girtiyên jin ên siyasî û polîtîkaya rejîma Îranê ya darvekirinê. Hat diyarkirin ku ji bo rizgariya van polîtîkayên girtinê yên rejîmê, pêwîst e di asteke bilintir de, zindanan veguherînin qadên xwe perwerdekirin, rêxistinkirin û berxwedanê. Bal hat kişandin ku tenê di van du salên dawiyê de bi sedan jin, rastî tecawizê hatine. KJAR’ê destnîşan kir ku di pêvajoya pêş de wê tu jin bê perwerde û bê rêxistin nemîne.

Biryar û plan

Di nîqaşên ku der barê xweparastina jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hat diyarkirin ku li dijî hemû êrişên li ser jinên Rojhilat û Îranê divê herî zêde jin xwe biparêzin. Di rojeva pêncemîn a kongreye de biryar û plansaziyên ku ji bo 2 salan hat amadekirin wiha ne:

*Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatên me be.

*Tekoşînek hevbeş di çarçoveya pergaleke hevpar a jinan di hedefa sereke de were nirxandin.

*YJCR, wê li ser bingehê xwerêxistinlirin û xweparastinê, xwe bigihîjîne hemû jinên ciwan ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

‘Em ê xwedî li keda şehîdên şoreşê derbikevin’

Di rojeva dawî de, ji bo nûkirina Desteye Rêveber a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hilbijartin hat kirin. Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê (PJAK) ya berê, Zîlan Vejîn axaftina dawiyê kir û got: “Me ev kongreya xwe, bi bîranîna şehîdan dest pêkir û heya roja dawiyê jî berdewam kir. Em ê bi hemû ked û hewldanên xwe, hewl bidin xwedî li keda şehîdên şoreşê derkevin. Ev xebat di pêvajoyeke herî hestiyar de, bi awayekî serkeftî bi encam bû. Em wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêwîst e ji îro û şûnve bi biryardariyeke mezintir û tekoşîneke berfirehtir li mafên xwe xwedî derkevin. Ji bo ku em bikaribin li mafên xwe xwedî derkevin, pêwîst e em di serî de li Rêberê xwe, xwedî derkevin. Me di vê kongreya xwe de mijarên pir girîng bi awayekî berfireh nîqaş kirin û em li çareseriya her rewşa zehemt ku jin pê re rû bi rû dimînin, geriyan. Çareserkirin ango dawîanîna her zehmetiyeke ku tevahiya jin pê re rû bi rû dimînin, encax bi yekgirtinê pêkan e. Ji ber vê yekê em bi vê boneyê bang li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran, di heman demê de bangî tevahiya jinan dikin ku, bikaribin bi hev re li ser xeta azadî û demokrasiye bi fikir û felsefeya Rêber Apo, di bin sîwana KJAR’ê de têbikoşin.”

Kongre bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, bê Serok Jiyan nabe, Jin Jiyan Azadî, Şehîd Namirin’ bi dawî bû.