‘Divê li dijî pirzewaciyê zagon werin ferzkirin’

Çalakvana jin û lêkolînera derûnî ya Helebceyê Nîştîman Germiyan diyar kir ku pirsgirêka sereke ya civakê pirzewacî ye û divê parêzer, rêxistin û çalakvanên jinan û şêwirmendên derûnî ji bo ferzkirina zagonan kar bikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce – Li ser giliyê parêzerê şêwirmend, Berhem Reûf Elî ku giliyê zagonî li dadgeha bilind a federal a Iraqê li ser bêdestûriya madeya 1 a zagona jimare 15 a sala 2008’an a parlamentoya Kurdistanê tomar kiriye ku behsa pirzewaciyê dike û 7 merc jî jê rê daniye. Piştî wê dadgeha bilind a federal a Iraqê rûniştina xwe ya yekem li ser zagonê li dar xist lê belê ji ber nerazîbûnên jinan, rêxistinan û aliyên medenî û ev rûniştin hat rawestandin û heta niha ev pirs di refan de maye.

‘Pirzewacî gelek pirsgirkên civakî bi xwe re tîne’

Çalakvana jin û lêkolînera derûnî ya Helebceyê Niştiman Germiyan der barê rûniştina dadgeha Iraqê li ser zagona pirzewacî û biryardana li ser bêdestûriya bendên pirzewaciyê di zagona jimare 15 ya herêma Kurdistanê de wiha got: “Divê rêxistinên jinan nehêlin benda zagona pirzewaciyê li herêma Kurdistanê kêm bibe. Pirzewacî ji bo hemû malbatan aramiyê tune dike û pirsgirêkan wan zêde dibin, malbat belav dibin, gelek pirsgirêkên din ên civakî bi xwe re tîne.”

Nîştiman Germiyan wiha got: “Ger em çavdêriya civakê bikin, em ê bibînin ku piraniya kesên ji civakê dûr dikevin, kesên ku ji aliyê bavê xwe ve hatine terikandin in. Mêr li gorî daxwazên xwe bi jineke din re dizewicin. Ji ber vê jî jin, jinên ciwan û zarok ji civakê dûr dikevin û ji hev belav dibin.”

‘Divê zagonên hişktir werin derxistin’

Nîştîman Germiyan da zanîn ku divê zagon hişktir bibin û got: “Banga min ji bo parêzer, rêxistin û çalakvanên jinan û şêwirmendên derûnî ew e ku ji bo zagonên hişktir werin derxistin kar bikin. Ji ber ku pirsgirêkên sereke yên civakî û derûnî, ji ber vê yekê derdikevin. Zarokên ku malbatên wan ango dayik û bav wan hiştine bi pirsgirêk mezin dibin. Nabe ku zagon ji bo bicihkirina daxwazên mêr be û destûrê bide zewaca bi jineke din re. Divê destpêkê zagona malbatê di warê pirzewaciyê de hişktir bikin. Ji ber niha medyaya dîjîtal li mala hemû kesan heye û divê dayik û bav zêdetir hişyar bin. Ji bo perwerdekirina malbat û civakek bi tendirust hewl bidin.”