Rewşenbîrên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî çanda Kurdî şermezar kir

Rewşenbîr û hunermendên li Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk yên li dijî çand û zimanê Kurdî qedexe dike şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Rewşenbîr û hunermendên li kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û êrişên dijî çanda Kurdî şermezar kirin.

Daxuyanî li dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çandê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê hevserokatiya Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê Betûl El Mixil ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata Tirk ji ber ku li ber stranên kurdî û şoreşgerî govend gerandin, gelek kes girtibûn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çanda kurdî hatin şermezarkirin û bi “sûcekî li dijî gelan” hate wesifandin.

Di daxuyaniyê de bang hemû kesê kir ku li dijî vê siyasetê rawestin û bi riya lidarxistina çalakiyên hunerî û vejandina çanda gelan, rê li ber êrişên li dijî pirrengiyê bê girtin.