Şine Elî: Ji bo piştevaniyê dengekî zêde pêwîst e

Mamoste û rojnamevan Şine Elî diyar kir ku dagirker her dem ji dengê azad ditirsin û got ku ji bo piştevaniya dengê azad, dengekî zêde pêwîst e û got ku şehîdxistina rojnemavanan dê dengê azadiyê nebire.

Silêmanî- Dewleta Tirk êriş û dagirkeriya xwe ya bajêr û navçeyên başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li dijî vê yekê jî hikumeta herêmê û dewleta Iraqê bêdengiya xwe didomînin.  Peymana di navbera deweta Tirk û Iraqê de bi hedefgirtina rojnamevanan ket meriyetê.

Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiqa bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, êrişî wesayîda rojnamevanan kir. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara ya ji Bakurê Kurdistanê bû û ji sala 2000’an ve karê rojnamevaniyê dikir, Hêro Bahadîn a di şîrketa Chatr de karê monîtoriyê dikir jiyana xwe ji dest dan. Berpirsê medyaya dîjîtal a Şîrketa Chatr Rebîn Bekir ê niştecihê bajarê Silêmanî jî birîndar bû.

‘Desthilatdar ji dengê azad ditirsin’

Mamoste û rojnamevan Şine Elî der barê qetilkirina herdu rojnamevanan de diyar kir ku dagirker û desthilatdar, her dem ji dengê azad ditirsin loma hewl didin wan bêdeng bikin û wiha got: “Bi taybetî jinan dikin hedef. Ev jî metirsiyek mezin li ser civakê ava dike. Di salên borî de ji bo bêdengkirina azadîxwazan şêwazên cuda bi kar dianîn lê belê niha dest bi qetilkirina rojnamevanên azad û û dengê azad kiriye. Em van êrişan şermezar dikin û dibêjin şehîdkirina dengê azadiyê nabe sedema bêdengkirina dengê azadî. Belkî bibe bingehê careke din dakevin qadan û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengiya Jîna Emînî, Gulistan û Hêro dest pê bikin.”

‘Yekitiya civakê girîng e’

Şine Elî da zanîn ku ji bo piştevaniya dengê azad, dengekî zêde pêwîst e û wiha got: “Niha yekitiya civakê û rojnamevanan ji bo piştevaniya dengê azad girîng e. Pêwîst e hemû rojnamevan, baş têbigihîjin ku ev êriş bê cudahî li ser hemûyan e.”

Şine Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yekitiya rojnamevanan pêwîst e. Bi taybetî yên girêdayî çapemeniya azad. Daxwaza min ji hemû azadîxwaz û rojnamevanan ew e ku riya azadiyê bernedin û hewldana gihandina dengê rastiyê berdewam bikin.”