‘Jinên li Xezayê bi rewşên herî xirab re rûbirû dimînin’

Jinên li Zîvala Xezayê li navendên stargehan gelek zehmetiyan dikşînin. Rojane ji ber bombebaran û koçberiya ji neçariyê, mercên wan girantir dibin. Welatên cîhanê jî li hemberî bang û daxwazên wan bêdeng in.

NEXEM KARACA

Xeza- Di demeke ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dike, jinên li Xezayê bi rewşên herî xirab re rûbirû dimînin. Ji ber bombebarana ku berdewam dike û koçberiya bi darê zorê, zehmetiyên girtina alîkariyên mirovî û daxwazên taybet didomin.

Rewş li navendên stargehan gelek xirab e

Çalakvana femînîst Macîde Qidêh têkildarî rewşa jinên li stargehan dimînin got: "Jinên li navendên stargehan koçber in, di rewşên gelekî dijwar de dijîn. Ev navend ji hêla mêran ve tên birêvebirin ji ber wê fam nakin çi pêwîstiyên wan ên taybet hene. Jinên li van navendan dimînin, hema bibêje alîkarî ji wan re nayê dayîn. Ev pirsgirêkeke mezin e ji ber ku pêdiviyên jinan ên taybet hene, mêr fam nakin an jî nikarin bi cih bînin. Peydakirina pêdiviyan û piştgirî û baldariya ji bo jinan, dikeve ser milên çalakvanên jin lê belê ji ber rewşa heyî nikarin xwe bigihîjînin navendên stargehan. Zextên ku jin li wan deveran dijîn rojane zêde dibin. Em weke çalakvanên jin jî nikarin alîkariyê pêşkêş bikin ji ber rewş gelekî xirab e."

‘Rewşa jinan a derûnî nebaş e’

Macîde Qidêh teqez kir ku peydakirina pêwîstiyên herî biçûk ji jinên Filistînî yên koçber re zehmet e û wiha berdewam kir: "Gelek jin bi min re di nava pêwendiyan de ne û daxwaza pêdiviyên şexsî dikin. Diyar dikin ku pêdiviyên wisa bi rengekî baş nagihîje wan. Ji ber wê êşên wan girantir dibin. Derûniya wan jî ji ber van sedeman û bombebaranên li dijî navendên stargehan xirabtir dibe."

Krîza derûnî û zextên zêde

Macîde Qidêh di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jinên li Xezayê di rewşên derûnî yên xirab de ne û ne gengaz e bi rengekî normal werin dermankirin û wiha pêde çû: "Jinên li navendên stargehan pêwîstiya wan bi şêwirmendiya civakî û derûnî heye lê belê li Zîvala Xezayê ji ber rewşa heyî ev xizmet ne pêkan e. Tişta ku rewşê xirabtir dike jî bilindbûna asta tundiya malbatî ye. Tundî li jinan tê kirin û kesek dengê xwe dernaxe. Jixwe li kampên koçberiyê derfeteke wisa jî tune ye û tu hêzeke ku li dijî vî sûcê raweste tune ye."

Rewşa jinan a li kampan kareset e

Macîde Qidêh wiha got: "Gelek pirsgirêk pirsgirêkên ku li hemberî zarokên keç derdikevin hene. Nikarin ji kesek re bibêjin ji bilî malbata xwe yan jî aliyên taybet hene nikarin vebêjin. Ji ber civaka paşketî ya ku li gorî adet û teqlîdên berê dimeşe gelek tişt nayên vegotin. Ji ber wê pêwîst e civîn û werşeyên hişyariyê weke çareseriyên destpêkê û vekirî di van rewşan de hebin da ku jinan hişyar bikin. Ji wan re were gotin ku ew ê çi bikin, ji bo dema rewşên ji nişkave derkevin. Rewşa jinan li kampan kareset e û nayê şîrovekirin."

Bêdengiya civaka navdewletî û paşguhkirina rewşê

Macîde Qidêh hêrsa xwe ya der barê bêdengiya cîhanî de anî ziman û got: "Rewşa jinan li Xezayê ber bi karesetê ve diçe û cîhan tevahî bêdeng e. Pêwîstiyên herî biçûk yên jiyanî peyda nabin û di tu warî de mafên wan tune ye. Cîhan balê nakişîne ser rewşa wan. Kanê saziyên navdewletî yên qaşo parastina jinan dikin? Kanê raya giştî ya cîhanê çima li hemberî azarên jinên Filistînî bêdeng in?"

‘Çalakvanên jin li Xezayê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin’

Macîde Qidêh diyar kir ku çalakvanên jin li Xezayê, bi gelek pirsgirêkan re rûbirûbû dimînin û nikarin xwe bigihîjînin sazî û aliyên pêwendîdar û got: “Ji ber qutbûna têkiliyan û zehmetiya çûnhatina navbera herêmên cuda de ji ber bombebarana berdewam, em di bin dorpêçeke giştî de ne. Ji ber wê pereyê ji bo çûnhatinê gelekî zêde bûye û krîza aborî jî li vê derê mezin bûye. Ji ber sedema van mijaran em nikarin alîkariya jinan bikin lê heta ji me tê em hewl didin li gorî derfetên di destên xwe de alîkariyê pêşkêş bikin."

Her wiha bal kişand ku çalakvanên jin nikarin alîkariya jinên li navendên stargehan bikin ji ber ku kontrola van navendan di destên mêran de ne û wiha anî ziman: "Ev desthilatdarî nahêle jin bikevin komîteyên rêveberiyê. Ji ber wê em jinên çalakvan li gorî karînên xwe yên şexsî tevdigerin. Em hewl didin piştgiriyê bi riya saziyên ku em nas dikin pêşkêş bikin lê belê ev yek têrê nake."

Daxwazên başkirina xizmeta ji jinan re

Macîde Qidêh daxwaz ji saziyên têkildar kir ku careke din xizmetên ku stargehan ji jinan re tên pêşkêşkirin di ber çavan de werin derbaskirin û got: "Divê xizmetên ku tên pêşkêşkirin ji aliyê kesên rewşa wan jinan dizanin ve werin kirin. Divê jinên ku bikaribin piştgirî û baldariyê bidin jinên din. Ne ku mêr van xizmetan pêşkêş bikin. Divê alîkarî zêde bibin û xalên şêwirmendî û piştgiriya derûnî û civakî li navendên stargehan werin çêkirin da ku zextên derûnî yên heyî sivik bibin."

Çalakvana femînîst Macîde Qidêh axaftina xwe bi vê peyama ji jinên cîhanê re bi dawî kir: "Çima hûn ji bo jinên Filistînî tiştek nakin û bêdeng in? Divê cîhan tevahî rewşa jinên Filistînê lêkolîn bike û paşguh neke."