Melîke A ku mirina wê bi guman e bi salan rastî tundî û gefê hatibû

Melîke A ku li Tetwan bi awayek gumana jiyana xwe ji dest dabû, di pêvajoya zewaca xwe de ji aliyê xezûrê xwe û hevjînê wê yê berê E.T ve rastî tundiyê hatibû, hate zanîn ku di hevdîtina telefonê ya dawî bi E.T re pêkanî gef lê hatiye xwarin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs- Li Tirkiye ku mirinên bi guman ên jinan zêde bûye, her roj sê jin tên qetilkirin. Rewşek ku nikarin pêşiya tundiya li dijî jinê bê girtin tê jiyîn, jinên ku xwe li tu qadên jiyanê de di ewlehiyê de hîs nekin têkoşîn dikin. Ji derveyî tundî û qetilkirinan hejmara jinên ku ji ber zexta dîtin ve berbi ‘întîharê’ ve tên xişkandin her roja ku diçe zêde dibe.

Li navçeya Tetwan ya Bedlîsê di dîroka 7’ê tebaxê de Melîke A ya 26 salî di mala malbata xwe de bi awayê bi çekê jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin. Hate zanîn ku Melîke di pêvajoya zewaca xwe de ji aliyê E.T yê pêre zewicî û xezûrê xwe ve rastî tudiya sîstematik hatiye û piştî hevberdaye tundiya psîkolojik û gef berdewam kiriye. Derket holê ku beriya mirina bi guman ya Melîke hevdîtina xwe ya herî dawî cardin li gel E.T yê hevberdayî re kiribû.

Hevdîtina herî dawî li gel E.T yê hevberdayî re kiribû

Melîke A tevî ku tundî û zexta lê dihat kirin gotibe jî ji aliyê mezinên herdû malbatan ji bo vegerandina malê îqna kiribûn, di mehên borî de xwe êdî li ber zextan negirt û doza hevberdanê vekir. Melîke A ku bi awayek li hevkirî hevberda, piştî 20 rojan li malê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Gundiyê Melîke derbarê tişên hatî jiyîn de axivî û diyarkir ku Melîke A axaftina herî dawî ya telefonê li gel E.T yê hevberdayî re kiriye û diyarkir ku divê axaftina telefonê de E.T gef li Melîke A xwariye. 

Rastî tundiya sistematik û zexta psîkolojik hat

Gundiya Melîke da zanîn ku di hevdîtina herî dawî de E.T wiha ji Melîke A re gotiye: “Ger ez bûma li cihê te mine xwe kuştiba.”   Li ser vê gotinê hate îdeakirin ku Melîke A helaltî xwestiye û dawî li jiyana xwe aniye. Kesa ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda derbarê bûyerê de agahî da ajansa me û wiha got:

“Ev jina ciwan hê tênegihayî hate zewicandin. Piştî ku zewicî du zarokên wê çêbû, herdu zarokên wê hê biçûk in. Di vê zewacê de ji xezûrê xwe gelek zilm dît. Ez bi xwe bûm şahidê vê. Hevjînê wê yê berê bi heman awayî ev îşkenceya sîstematîk dida meşandin. Melîke A çend caran êdî xwe li ber vê negirt çû mala bavê xwe. Lê belê her carê jêre hate gotin ‘vê carê efû bike’ vegerandin malê. Dema dawî çûyî mala bavê xwe êdî nexwest vegere û li mal ma.

Di wê pêvajoyê de doza hevberdanê vekir. Dema hevberdayî ji gelek keyfxweş bû. Ji bo tu bûyer dernekeve neçar ma welayeta zarokan bide bavê wan. Divê demê de hertim gotegotên ku ‘bi hineka re reviyaye’ derxistin. Yê ku ev kirî jî malbata hevjînê wî yê hevberdayî bû. Tevî van bêbextiyan dixwest ser lingê xwe raweste. Piştî nêzî mehekê dema hevberdayî hevjînê wê yê berê û malbata wî cardin hewl dida li hev bînin. Lê belê Melîke ne di xwest. Bûyera mirinê jî di qonaxa lihevanînê de çêbû. Xwîşkên wê dema ku li malê, diçe qata serî û çekê li xwe dide. Li gora agahiyên ku me ji malbatê girtî hevdîtini wê ya herî dawî li gel hevjînê wê yê berê bû, di gotinan de destpêkê gef li Melîke A xwariye û piştre jêre gotiye; ‘Ger ez bûma li cihê te ezê bi xwe bikujim.’ Piştî vê jî Melîke A çekê li xwe dide. Jendermeyên ku tên cihê bûyerê îfadekir ku hevdîtina bi telefonê ya herî dawî li gel hevjînê wê yê berê ye. Heta di dema bûyerê de hevjînê wê yê berê ne li xwîşka Melîka A ya li mal, li birayê wê yê li navenda Tetwan dimîne di gere dibêje; ‘Wê xwîşka we xwe bikuje.’ Tiştên ku ez dizanim ev qase û bi xwe, xwe li ber van derew û pêvajoyê negirt.”

Lêpirsîn veşartî tê meşandin!

Derbarê mijarê de me bi endamên malbatê re hevdîtin pêkanîn û malbatê îdeayên gefê derewand û hevdîtina telefonê li gel hevjînê wê yê berê piştrast kir. Lêpirsîna ku dozgeriyê der barê mijarê de vekirî veşartî dide meşandin. Piştî bûyerê îfadeya E.T û endamên malbatê hate girtin. Agahiya ku di heman demê de taziya ku ji bo Melîke A hatî danîn de destur nehat dayîn E.T were taziyê, cih digre.