Li Efganistanê zêdeyî yek milyon jin û zarok alîkarî nagrin

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) piştrast kir ku li Efganistanê zêdeyî yek milyon zarok û jin ji ber qutkirina bacê ji alîkariyê bê par mane.

Navenda Nûçeyan- Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya NY (WFP) di 26’ê Tebaxê roja duşemê de di rapora ku li ser medyaya dijîtal parvekirî de, diyarkir ku dema ku Talîban rêveberiya Efganistanê desteser kir, qedexekirina karkirina jinan di saziyên dewletê de jî di nav de zagon û qedexe anîn, ev jî bandor li jinan dike û xizaniya li welat zêde bûye.  

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya NY (WFP) di 26’ê Tebaxê roja duşemê de raporek li ser medyaya dijîtal parve kir û da zanîn ku Li Efganistanê kêmaniya alîkariya navnetewî û fînansî herî zêde bandorê li jin û zarokan dike, li welat zêdeyî yek milyon jin û zarok ji alîkariyê bê par mane.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji tevahî jinên ku par di heman heyamê de ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) piştgirî stendin, 600 hezar jinên ducanî û şîrmij ji ber kêmbûna fînansê dê vê havînê alîkariyê negirin.

Hejmara zarokên ku kêm xwarin dixwin ji sala borî heta niha ji ber qutkirina alîkariyan zêde bûye. NY eşkere kir ku di Roja Xwarina Cîhanî de li Efganistanê 3 milyon zarok kêm xwarin dixwin.