Êrişên Îsraîlî yên li Xezayê rê li ber krîza avê vedike

Îsraîl êrişên li ser Zîvala Xezayê didomîne, heta niha 40 hezar û 435 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di rapora ji aliyê Oxfam ve hat weşandin de hat diyarkirin ku li Xezayê bi sîstematîk bînesaziya avê hatiye hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan- Îsrail ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên xwe yên li ser Xezayê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Teşkîlata Parastina Sivîl a Xezayê ve hat dayîn, Artêşa Îsraîlê li Kampa Koçberan a Magazî êrişî avahiya malbatê kir û di encama êrişê de 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Îsraîlê li bajarê Xezayê û herêmên rojavayê Xan Yûnisê êrişên hewayî pêk anî, hat diyarkirin ku di êrişan de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene.

Di êrişên ku Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê pêk anîne de herî kêm 16 hezar û 589 zarok, 10 hezar û 980 jin jî di nav de 40 hezar û 435 kesan jiyana xwe ji dest dane, 93 hezar û 534 kes jî birîndar bûne. Saziyên perwerdeyê û nexweşxaneyên ku gel xwe spartinê tên hedefgirtin û binesaziyên cihên sivîl tên texrîbkirin.

Sûcê şerê bi avê

Di rapora bi sernavê ‘Sûcê şerê avê’ ku ji aliyê Saziya alîkariya Navneteweyî Oxfam ve hat weşandin de hat diyarkirin ku Îsraîl li Xezayî bi awayekî sîstematîk binesaziyên avê hedef digre. Hat zanîn ku ji Cotmeha 2023’an ve ji dema êrişên Îsraîlê dest pê kirine ve heta niha, li Xezayê ji bo vexwarin, çêkirina xwarinê û şûştinê rojane serê her mirovê 4,74 lître av maye, dema ku bi daneyên beriya êrişan werin ber hev, tê dîtin ku ji sedî 94 av kêm bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Îsraîl ji peymana Osloyê ku di sala 1993’an de hat îmzekirin heta niha zagonên navneteweyî binpê dike, li dijî Filistîniyan avê weke çeka şer bi kar tîne. Her wiha hat gotin ku ev rewş ji ber êrişên li ser Xezayê di Cotmeha 2023’an ve dest pê kiriye heta niha gihîştiye lutkeyê.

Di raporê de bal hat kişandin ku bikaranîna avê weke çekê li dijî Xezayiyan bandora wê ya li ser gel felaket e û ji ber texrîbarta sîstematîk krîza tendirustiyê ya derketiye holê bûyerên nexweşiyên ku çavakaniya xwe ji kêmaniyê avê digrin bi lez zêde bûne.

Çavkaniyên avê ji sedî 84 kêm bûne

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber texrîbkirina binesaziyên avê ji 26’ê Gulanê ve ji hemû çavkaniyên li Zîvala Xezayê ji sedî 84 hilberîna avê kêm bûye û wiha hat gotin: “Ji 3’ê Hezîranê ve li bajarê Xezayê, ji sedî 88 bîrên avê, ji ber tesîsên palandina avê ji tozê bi temamî xisar dîtine û yan jî hatine texrîbkirin hema bibêje hemû kapasîteya hilberandina avê winda kiriye.”

Di heman demê de di raporê de Oxfam bang kir ku divê demildest agirbesta mayînde di navbera komên Îsraîl û Filistînê de were pêkanîn, dorpêç û ambargoya ku Îsraîl destpêkê li ser xwarin, ava paqij û malzemeyên paqijiyê li ser Xezayê pêk tîne rake.