Piştevaniya Tirkiye ji bo çapameniya Talîbanê di rojeva meclîsê de ye

Parlementera DEM Partî Sevilay Çelenk pirsa ku piştvaniya TÎKA ji bo Talîbanê li gor kîjan rêgezan hatiye dayîn ji wezîrê Turîzim û çandê Memet Nurî Ersoy pirsî.

Navenda Nûçeyan- Parlementera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevilay Çelenk pêşiyazpirs der barê Hevkariya Tirk û Ajansa Koordînasyona Serokatiyê (TÎKA) di 22’ê Tebaxa 2024’an de li ser malpera xwe ya fermî di daxuyaniya dayî de ragihand ku li Efganistanê piştevaniyek berfireh a ekîpmanên teknîkê daye Muduryeta Agahî û Çanda Herat û Yekîneya Weşanê da. 

Di pêşnûmepirsê de ev tişt hate gotin:

“Tirkiye di çarçoveyek berfireh de piştevanî daye çepemeniya Efganistanê, Tora Beşdariya siyasî ya jinên Efgan, di meha Gulana borî de bi boneya Roja Azadiya çapemeniya azad şermezar kiribû û rewşa xirab ya azadiya fikir û çapemeniyê ji hemû cîhanê re ragihandibû. Jinên Efgan, diyarkirin ku Yekîneya weşan û mûdûryeta agahiya çapemenî û çanda Efganistanê ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve tê bikaranîn rexne kirin. Jinên Efgan di heman demê de bal kişand ser hewldanên Talîbanê ya qayîmkirina  desthilatê û kontrolkirina agahiyan. Destnîşan kir ku li Efganistanê pirsgirêka azadiya îfadeyê û sensûra ji bo çepemaniyê tê pêknîn. Di heman demê de jinan diyarkirin ku çapemeniya Efgan dibin şûrê sansûra Talîbanê de ye.”

Di pêşiyazpirs de hate destnîşan kirin ku zext û kontrola Talîbanê li ser civakê di rêjeyek zêde de kur bûye ‘quralên exlaqê/zagona erdemê’ ketiye meryetê, di çarçoveya van quralên nû de ku bi erêkirina Talîbanê  ketiye meryetê erkê polîsên exlaq hêdî hêdî berfireh kiriye.