Li Efrînê li ser gel zextên dewleta Tirk û çeteyên wî didomin

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê Zeyneb Silêman bal kişand ser kiryar û binpêkirinên ku dagirker li Efrînê li dijî welatiyan didin meşandin û got ku çeteyên dewleta Tirk pereyê zêde ji welatiyên Efrînê digrin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve heta niha kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk, qetilkirin, îşkencekirin, binçavkirin, destavêtinên li ser niştecihên herêmê didomin. Gelê herêmê her roj rastî êrişan tê, dîrok û xwezaya wê tê wêrankirin û talankirin. Bi hincetên cuda û derew gel didin girtin û pereyê zêde ji malbatên wan tê xwestin.

Herî dawî bi hincetên ewlekariya gel çete, ji 100 heya 200 dolarî pere ji gel digrin. Her wiha kesên ku diçin Efrînê jî tên binçavkirin û pereyê ji 3 hezar heya 4 hezar dolar divê bidin çeteyan da ku serbest bikin. Xwestina mîqaderek zêde pere û ferzkirina bacê li ser gel li gundên ku çeteyên bi navê Emşat û Hemzet, bi cih bûne tên meşandin û divê pere di nava rojekê de bên dayîn. Ev yek jî dibe sedem ku gel milkên xwe yên taybet bifroşin ji bo bikaribin pere kom bikin.

Der barê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tiik û çeteyên wê de li Efrînê rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê Zeyneb Silêman ji ajansa me re axivî.

'Kesên ku li hemberî wan disekinin tên binçavkirin'

Zeyneb Silêman di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku kiryarên dagirkeran li Efrînê heya vê kêliyê didomin û wiha got: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya vê kêliyê ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve kiryarên xwe li dijî herêmê didin domandin. Bi her cureyê daxwaz dikin ku nasnameya herêmê bidin çewisandin û pişaftin. Ji revandin, îşkencekirin, qetilkirin, destavêtinên li ser hemwelatiyan bi taybetî li ser jinan bigre heya talankirina xwezaya herêmê, dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe dide meşandin. Di demên dawî de û şewata ku li Efrînê derket jî kiryarek li dijî qanûnên navneteweyî ye. Heya koka darên ku hatine şewitandin ji erdê tên derxistin û tên firotin. Çiya û zeviyên ku hatine şewitandin ziyanên mezin dan malên gel. Di heman demê de kesên ku hewl dan agir bitefînin, ji aliyê dagirkeran ve hatin binçavkirin û di zindanan de heya vê kêliyê girtîne ji bo serbestberdana wan pere ji malbatan dixwazin."

'Li ser hemwelatiyan dayîna fidyeyê tê ferzkirin'

Zeyneb Silêman diyar kir ku bi hincetên cuda û vala çeteyên dagirker ên dewleta Tirk bacê li ser hemwelatiyan ferz dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di meha Tebaxê de li Efrînê ji aliyê çeteyên dagirker ên dewleta Tirk ve gelek kiryar çêbûn. Çend ji wan wan ferzkirina bacan li ser hemwelatiyên herêmê, bi taybetî li navçeya Şiyê û Mabetayê ev kiryar tên meşandin. Li ser her malê pere bi rêjeya 100 dolar tê ferzkirin û li ser kesên xwedî dikan jî 200 dolar tê ferzkirin. Ev bacên ku hatine ferzkirin jî li ser gelê resen bi hincetên ku çete ewlehiya wan diparêzin û li herêmê aramî pêk tînin tê birîn. Lê em dizanin ji destpêka ku Efrîn hatiye dagirkirin ve heta niha me tu car aramî û ewlehî nedîtiye. Heya kesên ku bîrên avê vedin jî divê pereyan bibin. Ne tenê xwestina pereyan ji malbatan, heya kiryarên revandinê jî li Efrînê didomin û endamên malbatek ji gundê Eşûnê yê navçeya Bilbilê hatin revandin. Li hemberî serbestberdana wan pere dixwazin."

'Her sal kiryar û binpêkirinên dermirovî tên meşandin'

Zeyneb Silêman diyar kir çeteyên dagirker ên dewleta Tirk bi nêzikbûna demsala zeytûnan re li Efrînê bacê li ser gel ji niha ve dane ferzkirin û wiha pê de çû: "Ji bo demsaa zeytûnan û hilberînên wê çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ji niha ve dest bi ferzkirina bacan li ser gel kirine, ji bo her darek rêjeyek pere diyar kirine û divê gel di wexta xwe de bide. Li kêleka wê heya berhemên ku ji zeytûnan tên girtin, çete nîvî ji xwe re dixwazin. Ev kiryar salane li ser gel tên meşandin. Rojane jiyana gel li Efrînê û deverên dagirkirî di nava metirsiyê de ye. Her wiha bi kiryaran û binpêkirinan re rûbirû dimînin divê ev kiryar bên belgekirin û ji raya giştî re werin ragihandin."

'Bi erk û misyona xwe rabin'

Di dawiyê de Zeyneb Silêman bang li rêxistin û cihên pêwendîdar kir ku erka xwe ya li hemberî gelê Efrînê rabin û got: "Em bang li rêxistin û cihên pêwendîdar dikin ku bi erkên xwe rabin û rastiya dagirkeriyê li wan deveran eşkere bikin. Ruxmî ku em kiryar û binpêkirinên li Efrînê bi belge dikin û ji cihên peywendîdar re dişînin jî dîsa bêdengî didome. Saziyên têkildar divê bi lez bikevin tevgerê, xwedî li erk û misyona xwe ya li hemberî gelê sivîl derbikevin."