Tulay Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatimogûllari li navçeya Şehzadeler bi karkerên çandiniyê û cotkaran re hate ba hev û got ku pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye.

Manîsa- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de li navçeya Şehzadeler a Manîsayê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kir.

Tulay Hatimogûllari û şandeya pê re çûn nav baxçeyên firîngiyan û bi karker û cotkaran re civiyan û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Tulay Hatimogûllari di serdanê de axivî û diyar kir ku ew li Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya hevdîtinên “Nan û Edaletê” de bi karkeran û cotkaran re hevdîtin dikin û li pirsgirêkên wan guhdar dikin.

Piştre karkeran gazinc û pirsgirêkên xwe ji şandeyê re gotin û destnîşan kirin ku pirsgirêka wan a herî mezin debar e. Karkeran dan zanîn ku ji serê sibehê heta êvarê bi yewmiyeya 850 lîreyî dixebitin û dema ew derdikevin bazarê nikarin tiştekî bikirin û nikarin kirêya xwe bidin. Karkeran got ku sîgortayên wan tune ne û xwarina xwe jî ji malê tînin.

 Xwediyê zeviyê ku firîngiya çandiye jî da zanîn ku ew nikarin berhemên xwe bifiroşin û ev rewş hem bandorê li ser wan dike û hem jî bandorê li ser karkeran dike. Destnîşan kir ku di demên ku şîrketan berhem digrit de yekitî hebû, ev rewş niha bûye sedem ku berhem di baxçe de bimînin.

‘Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye’

Tulay Hatimogûllari jî axivî û diyar kir ku di van deman de bi debara bi xwêdana eniyê gelek zehmet e û wiha got: “Goşt, şîr û nan biha dibin û hesabê wê nayê kirin. Li Tirkiyeyê birçîbûn û xizanî her ku diçe zêde dibe. Berê yek kes dikaribû debara malbatê bike. Lê niha zarokên 14 salî dibêjin ‘em nikarin debara xwe bikin’. Cotkarên biçûk jî di rewşeke dijwar de ne. Firingîyên wan di nav zeviyan de dimînin. Fabrîqeyên ava bacanan ji bo berhemên cotkaran bi erzanî bikirin, di navbera hev de li hev kirin e. Em ê pirsgirêkên cotkar, karker, jin û zarokan bînin ziman. Pêdiviya vî welatî hem bi nan û hem jî bi edaletê heye. Heke îro zarokek 14 salî jî di nav zeviyan de bixebite, em nikarin qala edaletê bikin. Ji bo em gilî û gazinên we bidin bihîstandin, em ê têbikoşin.”

Şande piştî serdana li vir bi dawî kir û vê carê berbi navçeya Golmarmarayê ket rê û dê li wir jî serdana karkerên çandiniyê bike.