Li Xezayê heta niha 40 hezar û 435 kesan jiyana xwe ji dest dane

Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta di êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane giha 40 hezar û 435 kesan.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê ragihand ku heta niha 40 hezar û 435 kesa di êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya wezareta Tendirûstiyê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 30 kes hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Zîvala Xezayê 93 hezar û 534 kes birîndar bûn.