Rojnamevanên Mexmûrê: Em ê heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bin

Rojnamevanên jin ên Wargeha Mexmûrê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişê dewleta Tirk de şermezarkirin, gotin: “Ew ê nikaribin bi van êrîşên xwe dengê ragihandina azad qut bikin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Di 23’ê Tebaxa 2024’an de dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, bi balafirek bêmirov û bi çek wesayîta kedkarên çapemeniya azad hedef girt. Di encamê êrîşê de rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndarbûn.

Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) der barê armanca êrîşa dewleta Tirk a li dijî kedkarên çapemeniya azad ajansa me re axivîn.

Li seranserê Kurdistanê polîtîkaya qirkirina gelê Kurd tê meşandin’

Rojnamevan Xurbet Tallî, di destpêka axaftina xwe de tevahî êrişên li ser kedkarên ragihandina azad şermezar kir û wiha axivî: “Êrîşên ku tên meşandin di kesayeta rojnamevan de li ser tevahî gelê Kurd ên azadîxwaz tê meşandin. Hemû êrîşên ku li Kurdistanê tê meşandin ji bo tunekirina nasname jin û gelê Kurd e. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan serweriya xwe bidomîne, sînorên xwe zêde bike û destkeftiyên gelê Kurd dagir bike. Dagirkeriya li Kurdistanê tê meşandin, bi hevkariya NATO’ û PDK’ê ye. Li seranserê Kurdistanê heman polîtîkaya qirkirina gelê Kurd tê meşandin. Kesên ku dibêjin em Kurdin û daxwaza mafên xwe dikin dibin hedefa êrîşan. Dewleta Tirk li bakûrê Kurdistanê pêlek a binçavkirin, girtin û qetilkirinê dayê destpêkirin û hewil dide dengê gelê Kurd qutbike.”

‘Dewleta Tirk ji bo veşartina hovîtiya xwe kedkarên ragihandina azad hedef digre’

Xurbet Tallî, da zanîn ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê başûrê Kurdistanê dagir dike û got: “Kedkarên çapemeniya azad li seranserê Kurdistanê rûxmê hemû êrîşan li ber xwe didin û xebatên xwe dimeşînin. Helbet ev yek jî hêzên desthilatdar ditirsîne û çapemeniya azad ji bo xwe astengî dibînin. Lewra ji bo veşartina hovîtiya xwe ya li dijî gelê Kurd kedkarên ragihandina azad hedef digre. Dewleta Tirk heman polîtîkayê bi bêdengiya gelê herêmê û hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê jî pêktîne û bi taybetî jin, kesên azadîxwaz û daxwaza mafên xwe dikin hedef digre. Êrîşa ku di 23’ê Tebaxê li dijî kedkarên çapemeniya azad pêkhat jî ev yek bi awayekî zelal eşkere dike.”

‘Em ê heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bin’

Xurbet Tallî, di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ewê wek kedkarên çapemeniya azad bibin şopdarên heqîqetê û wiha got: “Em ê wek gelê Kurd, çapemeniya azad û bi taybetî jinên Kurd ên pêşeng nehêlin ku ev xeyalên xwe pêkbînin. Heta ku yek Kurdek hebe û jinek rêxistinkirî hebe, wê nikaribin daxwazên xwe pêkbînin. Em ê wek kedkarên çapemeniya azad heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bin û rastiya heyî ji raya giştî re parve bikin. Em ê li dijî êrîşên ku di kesayeta çapemeniya azad de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin têkoşîna xwe xurtir bikin û bibin şopdarên hevpişeyên xwe.”

‘Dixwazin bi tunekirina gelê Kurd desthilatdariya xwe bidomînin’

Rojnamevanan Nûpelda Amed jî hemû cangoriyê çapemeniya azad bi bîr anî û wiha axivî: “Ez destpêkê di şexsê Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim. Dewleta Tirk ji bo serweriya xwe bidomîne, polîtîkayek qirkirina gelê Kurd dide meşandin. Li ku derê Kurd lê hebin beyê ku bêje jin, zarok û sivîl bi awayekî hovane êrîşî wê derê dike û dixwaze bi tûnekirina gelê Kurd desthilatdariya xwe bidomîne.”

‘Bi êrîşên li ser rojnamevanan re hewl didin sûcên şer ên li herêmê tên kirin veşêrin’

Nûpelda Amed, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk û PDK’ê ji bo veşartina têkçûn û dagirkeriya xwe bi zanebûn êrîşê ragihandina azad dikin û wiha got: “Bi taybetî di demên dawî de bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikûmeta Iraqê êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başurê Kurdistanê zêdetir kiriye û li hemberî berxwedana gerîla têk diçe. Ji bo veşartina têkçûn û dagirkeriya xwe bi zanebûn êrîşî ragihandina azad dike. Bi êrîşên li ser rojnamevanan hewl didin sûcên şer ên li herêmê tên kirin veşêrin. Lewma dixwazin dengê her kesê ku pêşengî ji bo ragihandina heqîqetê dikin qût bikin.”

‘Bi dehan jinên ciwan ên wek Gulîstan û Hêroyan bibin dengê heqîqetê’

Nûpelda Amed, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dehan jinên ciwan ên wek Gulîstan û Hêroyan bibin dengê heqîqetê û got: “Divê em wek rojnamevanên jib vê rastiyê bibînin û rê li ber êrîşên nû bigirin. Qetilkirina rojnamevanên jin nîşan dide ku rola jinan çiqas bibandor e û di dilê dewletê de bûye sedema tirsê. Divê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bizanibe ku nikare bi van êrîşan çavê rojnamevanan bitirsîne.  Berovajî em hîn zêdetir bi hêztir dibin. Ew bi van êrîşan bi ser neketin û wê bi ser nekevin jî. Ew ê nikaribin bi van êrîşên xwe dengê ragihandina  azad qut bikin. Bi dehan jinên ciwan ên weke Gulîstan û Hêroyan bibin dengê heqîqetê.”