Li Mexrîbê têkoşîna wekheviya zayendî didome

Endama Komeleya Têkoşîna Ji bo Wekhevî û Welatîbûnê Recaa Rehmîn ku 21 sal in li Mexrîbê ji bo wekheviya zayendî û li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşe û got: “Armanca me rewşa jiyana jinên Mexrîbê baş kirin e.”

HANAN HARITE

Mexrîb – Komeleya Têkoşîna Ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê ev 21 sal in li Mexrîbê ji bo wekheviya zayendî û tundiya li ser jinan xebatên hiqûqî, derûnî, sosyolojîk û aborî dimeşîne. Endama Komeleya Têkoşîna Ji bo Wekhevî û Welatîbûnê Xebatkara Civakî Recaa Rehmîn diyar kir ku armanca komeleyê di civakê de xurtkirina pozîsyona jinê ye.

Bi perwerdeyan re ezmûna xwe xurt kir

Recaa Rehmîn diyar kir ku ew di nav derdoreke ku mafên mirovan diparêze mezin bûye û diyar kir ku ev rewş piştgirî dide tevlîbûna xebatên kolektîf û têkoşîna parastina mafên jinan û wiha destbi axaftina xwe kir: “Min li komeleyê perwerdeyên curbecur li ser mafên mirovan û jinan dîtin. Min tecrubeyên xwe xurt kir. Guhdarîkirina pirsgirêkan sebir dixwaze. Ji ber ku jinên dihatin komeleyê bi giştî jinên rastî tundiyê hatibûn. Divê hûn bêyî ku wan aciz bikin guhdarî bikin.”

Komele ev 21 sal in li dijî tundiyê têdikoşe

Recaa Rehmîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên komeleyê yên ji bo kêmkirina tundiya li ser jinê û wiha pê de çû:

“Komele di sala 2003’an de hate damezrandin û ji dema damezrandina xwe ve ji bo baştirkirina rewşa jinan û parastina pirsgirêkên wan, bi mebesta pêkanîna wekheviya zayendî ya tam di civaka Mexrîbê de xebitiye. Di komeleyê de du navendên guhdarîkirinê hene û ji bo jin û zarokên keç ên ku rastî tundiyê tên, gelek xizmetên wek piştgirîya hiqûqî, rênîşandan, piştgirîya derûnî, hevaltî û navbeynkariya malbatê, bêpere pêşkêş dike. Komele li ser sê xalên sereke dixebite. Xala yekem hêza aborî ya jinan e, ya duyemîn jî pêşxistina mafên jinan e û xala sêyem jî guhertina zihniyeta desthilatdariyê ye ku nahêle jin bigihîje mafên xwe. Hemû xal bi hev ve girêdayî ne. Armanca me bidestxistina wekheviya zayendî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û başkirina rewşa jinên Mexrîbê di civakê de ye."

'Hêviya me ji bo jiyaneke baştir heye'

Recaa Rehmîn da zanîn ku ji bo nifşên pêşerojê jiyaneke baştir bijîn dê xebatên xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Em hertim baş difikirin û her tim hêviya jiyaneke baştir a jinan heye. Qanûn û rêzikên parastinê hewce ne. Ji bo sazî û dezgehên ku xizmetên bi kalîte pêşkêşî jinan dikin û stratejiyên zelal bi awayekî rast bên tetbîqkirin, dê xebat bên kirin. Em hêvîdar in ku hemû jin û zarokên keç di civakeke ku bi mafên jinan bawer be û rêz li nasnameya wan bigire bijîn. Komeleya me rêxistinek e ku bang li hemû jinan dike ku ji bo wekheviya zayendî pêk were tevlî têkoşînê bibin."