Mamosteyên jin li Idlibê ji kar hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdeyê ya girêdayî hikumeta Înqazê li Idlibê ji ber rewşên aborî û jiyanî yên dijwar, mamosteyên jin ji kar dûr dixe. Mamosteyên jin li hemberî biryara dûrxistinê bertekên xwe anîn ziman.
HADEEL EL-OMER
Idlib- Mafên mamosteyên jin li Idlibê tên binpêkirinên û hikumeta Înqazê ya girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê bi biryarên zordar mamosteyan ji kar dûr xist. Mamosteyên ku li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe anîn ziman û çalakiyên şermezarkirinê lidarxistin, bertekên xwe anîn ziman.
Înas El-Şêx Elî ya 41 salî, mamosteya hunerê û wênekêşiyê ye û ji kar hatiye dûrxistin diyar dike ku ew bi biryarên devkî bi hinceta pirsgirêkên bawernameyan ji kar hatine dûrxistin.
‘Em ê xwepêşandanên xwe berdewam bikin’
Mamoste Înas El-Şêx Elî teqez dike ku wê weke mamosteyên din ezmûna mamostehiyê serkeftî derbas kir û zêdetirî 6 salan e kar dike û wiha got: “Mûçeya wê kêm e lê pêdiviya wê bi vî karî gelek e bi taybetî piştî mirina hevjînê wê di şerê Sûriyeyê de ew bi tenê tevî 5 zarokan maye. Ji aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî ve tê xwestin rewşa wan mamosteyan li ber çavan bê girtin û wan vegerînin kar ji ber ku malbat bi giştî li benda wan in û kes nizane kî li pişt vê biryarê ye. Em ê mafê xwe yê ku hatiye desteserkirin bi xwepêşandan û çalakiyên şermezarkirinê berdewam bikin heta pirsgirêka me çareser dibe, bi sedan mamosteyan zirar ji vê biryarê dîtine."
Bi biryareke ne fermî ji kar hat derxistin
Mamoste Ghunwa El-Himêdî ya 35 salî mamosteya hunerên jinan e derbarê rewşa ku jiyane wiha got: “Ev beş ne di warê perwereyê de ye lê hemû rê û rêbazên wanedayînê fêr bûm, ji deh salan ve waneyên hunerê didim ku destpêkê jî bi awayekî xwebexş bû pişt re mûçeyek kêm didan. Îsal piştî navbera nîvê sala xwendinê biryara rêveberiya dibistanê û bi biryarek ne fermî ji Wezareta Perwerdeyê jê re gotin ku ew tevî gelek mamosteyên pîşeyî ez ji kar hatim dûrxistin û pisporî û keda me ya bi salan vala çû.”
Beraa El-Berhom 31 ya salî ye gazinan ji zordariya bi serê wê û hevalên wê hatiye kir û wiha got: “Ev biryar di rewşeke herî zehmet de bû beleya serê me. Ez bi xwe mamosteya muzîkê me û gelek perwerdeyên mamostehiyê dîtim û min gelek ezmûn bi pileyên bilind qedand lê ji kar hatim dûrxistin.”
‘Budceyên tên girtin naxin xizmeya perwerdeyê’
Rêvebera dibistana El-Hikme Ramiya El-Mustafa ya 45 salî got ku ev biryara dûrxistina mamosteyên jin ji kar zordariyek mezin e û wiha domand: “Biryar ji bo kesên xwedî bawernameyên zanistî yên ku ne li gorî pîşeyên xwe hatine erkdarkirin, ew bawername jî li gorî biryarê daye xuyakirin ev in: Bawernameya Amadehî ya Giştî, Amadehiya Hunerî, Enstûtuya Karên Destan, Enstîtuya Pîşesazî, Enstîtuya Hunerên Jinan, Enstîtuya Muzîkê û ya Bazirganiyê. Hikumeta Înqazê dosyaya perwerdeyê ji xwe re bi kar tîne ji bo budçeyên dubare ji herêmê digire naxe xizmeta perwerdeyê.”
Rêveber Ramiya El-Mustefa xemgîniya xwe wiha tîne ziman: "Ez gelekî xemgîn im ku ew mamoste bi vê rêbaza zordar ji kar bên dûrxistin, bi salan bê beramber di rewşên herî zehmet di bin bombebaranê û tirsê de kar dikirin ku çarenûsa wan îro dûrxistina ji kar be, bêyî nirxekî bidin keda wan a bi salan.”