Karker dê bi daxwazên xwe yên 1’ê Gulanê biçin ser sindoqan
Seroka Sendîkaya Genel-Îş a Şaxa Stenbolê ya DÎSK'ê Nebîle Irmak anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li her qadê polîtîkayên zayendperestiyê pêk aniye û diyar kir ku jin bi daxwazên xwe yên 1'ê Gulanê wê di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan.
SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Karker û kedkar li çar aliyên cîhanê wê di 1'ê Gulanê Roja Karkeran de dakevin qadan û ji bo mafên xwe biqîrin. Ji bo karker û kedkarên ku dê li Tirkiyeyê li qadan bin, 1’ê Gulana îsal jî beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê dê ji hikûmetê re bibe bersiv. AKP’a ku ji roja hatiye desthilatdariyê ve heta îro di serî de ji bo kedkar û jinan tu tiştek nekiriye. Kedkar bi biryar in ku wê li ser sindoqan bersiv bidin.
Ji 3'ê Mijdara 2002'an û vir ve heta niha herî kêm 30 hezar û 224 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînan li welat her roj herî kêm 5 karker di şert û mercên nebaş ên xebatê de jiyana xwe ji dest didin. Hejmara karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane ne diyar e, ji ber ku piraniya wan bê kasibkar bê ewlekariya civakî dixebitin. Bi pandemî û erdheja 6’ê Sibatê re her roj hejmara kesên bêkar zêde dibe û herî zêde jin ji vê tabloya tarî bi bandor dibin. Tê zanîn ku niha li Tirkiyeyê 10 milyon bêkar hene û ji sedî 60’ê kesên bêkar jin in. Tifaqên di serdema hilbijartinê de ji aliyê AKP'ê ve ku jinan di malê de digre û hebûna xwe bi riya malbatê diyar dike, nîşan dide ku jin wê di pêşerojê de çawan bindestiyê bibînin. Em bi Seroka Sendîkaya Genel-Îş DÎSK'ê ya Şaxa Stenbolê Nebîle Irmak re li ser nêzîkatiya AKP'ê ya li hemberî karker û kedkaran, rewşa heyî, 1'ê Gulanê roja karkeran û helbet têkoşîna pêşeng a jinan axivîn.
‘Kedkar bi qezayên kar jiyana xwe ji dest didin ’
Nebîle Irmak bi gotinên; "Gel, kedkar û jinên Tirkiyeyê zêdeyî 20 sal in di bin lepên AKP'ê de dinalin" destnîşan kir ku AKP'ê di rojên destpêkê yên hatina desthilatdariyê de sozên girîng dabû jin û kedkaran lê tu sozên xwe bi cih neaniye.
Nebîle Irmak anî ziman ku AKP’a ku li ser jinan siyasetê dike çawa xwe ji Peymana Stenbolê vekişand û bi awayekî zelal nîşan da ku li dijî jinan e, anî ziman ku polîtîkaya xapandinê tê meşandin. Nebîle Irmak di axaftina xwe de bal kişand ser mirina ku encax di nava 20 salên dawî de lê di şert û mercên şer de pêkan e û got: "Dema ku em hatin, me windahiyên jiyanê yên ku di hawirdora şer de tê jiyîn dîtin. Di 20 salên dawî de, di cînayetên dagirkeriyê yên AKP'ê de. Ji bo qezencê rojê 5 karker dimirin. Sedemên vê jî şêwaza xebata ne bi rêkûpêk, çavbirçîtiya qezencê ye, sedema vê yekê jî guhnedana tenduristiya karker û ewlehiya kar e. Mirin, wêranî, bêkarî û xizanî ji kedkaran re maye. Heman tişt ji bo jinan jî heye."
Nebîle Irmak wiha domand: “Me dît ku xapandinên hem ji bo kedkaran û hem jî ji bo jinan soza xwar, gihîştin asta tunekirinê. Îro em dibînin ku bi polîtîkaya mêtingeriyê bi propagandaya li ser jinan, li ser Peymana Stenbolê, heta li ser LGBTI’yan jî xwestin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Ev tirsnak e. Rewşeke wisa dijîn ku ne mafên mirovan, ne maf û azadiyên bingehîn ne jî li gor nirxên Îslamê ye.” Nebîle Irmak got da zanîn ku jin vê rewşê qebûl nakin. Nebîle Irmak destnîşan kir ku AKP'ê di dema amadekariya hilbijartina 14'ê Gulanê de soza afirandina maf, hiqûq, edalet, azadiya aborî û îmkanên îstîhdamê ji jinan re nedaye û got ku jin wê li hemberî vê tabloya tarî dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Jin li malan tên hepskirin
Nebîle Irmak diyar kir ku AKP'ê bi taybetî di warê kar de der barê jinan de rêzikname çêkirine û diyar kir ku ew hewl didin modelên xebatê yên ku jinan ji qada giştî dûr bixin û li malê bixin girtîgehê biafirînin. Nebîle Irmak, diyar kir ku jin weke jineke ku di nava malbatê de bi darê zorê tê xebitandin, bê ewlekarî û zextê tê pênasekirin û wiha dewam kir:
“Her wiha ji bo jinan zimanekî pir zayendperest û gemar bi kar anîn. Bi zimanê xwe yê gemar êrîş kirin. Em bi bîr bînin ku her tim digotin '3 zarokên xwe hebin, 5 zarokan bînin'. Ya ku ji jinan dixwestin ev e. Berê digotin 'ji bo jinan pîşeya herî baş dayikî ye'. Ev gotinên wan heya cihekî bersiv jî girt. Lê îro jin êdî nikarin ji zarokên xwe re şîr bikirin, nikari xwarinê bide zarokên xwe. Em dizanin ku van hemî hilberan ji bo firotanê di bin kilît û mifteyê de di nav deran de têne pêşkêş kirin. Van hilberan bi alarmê ve girêdayî ne. Ew ji jinên bi zayinî re pêşkêş dikin ku part-time dixebitin an ji malê dixebitin. Ev hemû di wê rewşê de ye ku jin bi tam-dem kar nekin, li malê bihêlin, ji mêrê xwe re xizmetkar, ji zarokên xwe re xizmetkar, li nexweş û kalan binêrin."
Ji sedî 60 kesên bêkar jin in
Nebîle Irmak, diyar kir ku rêjeya bêkariyê roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Tesbîtên TUÎK'ê diyar in... Ne pêbawer e. DÎSK'ê jî li ser TÛÎK'ê dozek vekiribû ku tesbîtên wî ne rast e. DÎSK'ê ev doz bi dest xist. Ji vir em dibînin ku TUÎK li ser bêkariyê rastiyê nabêje. Hejmarên rast nayên eşkere kirin. Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê nêzî 10 milyonî ye. Ji vê hejmara 10 milyonî ji sedî 60 jin in û piraniya van jinan jinên ciwan in. Jin bêkar in, her çend li malê bixebitin jî, bersiva keda xwe nagrin."
‘AKP polîtîkayên dijminahiya jinan dimeşîne’
Nebîle Irmak wiha axivî:
“Jina ku tam wext nexebite, tê wateya ku nîvê mûçe digre. Rewşeke din jî heye. Dema li malê dixebitî, ceyran, av, înternet ji bêrîka xwe dida. Ew qezencê li qezenca kardêr zêde dike. Dema ku kardêr karkerek tam-time dixebitîne, ew ê neçar bimîne ku heqê rê bide, betlaneya nîvroyê bicivîne, ev ji bo ku karsazan qezenc bikin têne kirin. Jin li vir bi erzanî tên xebitandin û bi nêzîkatiyeke ku mafê wan ê teqawîtbûnê ji holê rabike. Her wiha ev jî ji destê jinan tê girtin. Bi taybetî di jiyana kar de ji bo jinan hawirdoreke kaoseke tam hatiye amadekirin. Em baş dizanin ku AKP’ê bi taybet di warê kar de polîtîkayên dijminatiya jinan meşandine û dimeşîne.”
Nebîle Irmak, anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku wê di 14'ê Gulanê de ev wêne biguhere, lê di rewşeke berevajî de wê jin zêdetir bi tinekirinê re rû bi rû bimînin û got: "Tiştekî AKP'ê nîn e ku bide kedkar û bi taybetî jinan. Heger mayîna wê bidome wê jin êdî nikaribin li kolanan jî bimeşin. Em ê bi encamek wisa tirsnak re rû bi rû bimînin.” Nebîle Irmak, bal kişand ser erdhej û şewba ku beriya wê çêbû, diyar kir ku karkerên jin herî zêde mexdûr bûne û diyar kir ku li herêma erdhejê 2 milyon kes jbê kar mane û hê jî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.
Ji bo ked û paşeroja xwe dê li qadan bin
Nebîle Irmak anî ziman ku 1'ê Gulanê li Tirkiyeyê ji betlaneyê wêdetir weke roja îsyan û hêrsê tê binavkirin, bal kişand ser peymana peymana kolektîf a li ser 700 hezar karkeran û destnîşan kir ku ev pêvajo bi Türk-İş û Hak-İş’ê hatiye meşandin diyar kir ku lê herdu sendîkayan jî li hemberî 1'ê Gulanê bêdeng e û ev jî watedar e. Nebîle Irmak got: “Naxwazin hêrsa kedkar, rewş û qîrîna kedkaran nîşan bidin. Bi baweriya min hikûmet rê li ber vê yekê digire.”
Nebîle Irmak, diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo kedkar û jinan gelekî girîng e û got ji bo ji holê rakirina zihniyeta dij demokratîk, zihniyeta qedexeker û mêtingeriyê ya ku Tirkiye tê de ye, pêdivî bi têkoşîneke yekgirtî heye. Nebîle Irmak da zanîn ku ev têkoşîn pêşengiya tê meşandin û got, “Ji bilî vê ti çareya me nemaye. Jin pir bi vê rewşê dizanin. Ji bo vê ew ê ji bo jiyana xwe, ji bo hewldana xwe, ji bo pêşeroja xwe li qadan bin.”
'Ji bilî têkoşînê tu çareya me nîn e'
Nebîle Irmak da zanîn ku îsal di mîtînga 1'ê Gulanê ya li Maltepeyê de milyonek kes kirine hedef û wiha got: "Êdî mirov di nava şert û mercên jiyanê yên herî zehmet de ne. Di rewşeke wisa de ne ku nikarin bêhnê bigrin. Jin wê pêşengiya rizgariya ji vê rewşê bikin. Jin wê di 1'ê Gulanê de hejmara xwe zêde bikin û dengê xwe bilind bikin." Nebîle Irmak bi van gotinan bang li jinan kir: "Ji bilî têkoşînê, bilindkirina dengê xwe tu çareya me nemaye. Ew roj jî 1’ê Gulanê ye. Ger em 1’ê Gulanê xwe ji bo 14’ê Gulanê amade nekin, ew ê zêdetir li dijî me derkevin û me bişkînin. Ew ê jiyana me tarî bikin. Em dibêjin em destûrê nadin vê.”