Jinên Tûnisî li dijî qetilkirina jinan meşiyan
Di van mehên dawî de li Tûnisê qetilkirinên jinan zêde bûne. Jinên Tûnisî li dijî zêdebûna qetlkirinên jinan û dewleta mêr û sîstema darazê helwest nîşan dan û bal kişandin ku ji ber pergal tundîtûjiyê normalîze dike rê li ber komkujiyan vedike.
NAZIHA BOUSSIDI
Tûnis- Li Tûnisê jin bi merasîmên sembolîk ên cenazeyan bale dikêşin li ser qetilkirina jinan. Jinên ku di 28’ê Nîsanê de bejdarî çalakiyê bûne helwest nîşanî tedbîr negirtina hikumetê ya li beramberî zêdebûna qetilkirinên jinan dan.
Jinên ku di destê wan de kulîlk beşdarî meşê bûn panqartên li ser ‘Ji jinan re her roj tûndî heye’, ‘Dewlet qanûnên xwe pêk bîne’, ‘Dest ji kuştina jinan berdin’, ‘Jin di goran dene’, ‘Hiqûq di hucrê de ye’, ‘Jin di tabutê de ye, dewlet jî bêdeng e’ û ‘Halê bêcezatî’ bilind kirin. Hinek bejdarvan formayên bi xwîn li xwe kirin û bal kişadin li ser jinên ku ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa mere axivîn.
Di nav 10 rojan de 3 jin hat qetilkirin
Endama Weqfa Jinên Demokratîk a Tûnisê Ahlam Boussroual bal kişand li ser qetilkirinên jinan ên li pey hev û bêdengiya rayedaran li beramberî van qetilkirinan rexne kir û got: “Di nava 10 rojan de 3 jin hatin kuştin û di ji dû mehan kêmtir de 5 jin hatin kuştin û ev hêjmar herku diçe zêde dibe. Divê çareseriyek ku cinayetên jinan kêm bike were dîtin. Di tunebûna qanûnan de cinayetên jinan zêde dibe û dixwazin tundîtûjiyê di nava civakê de normalîze bikin. Polîtîkayên bê cezatiyê cesarete dide mêran.”
Rewşê normalîze dikin
Çalakvana Tûnisê Ahlam Belhaj da zanîn ku tiştên ku jin jiyan dikin dema ku serî li rêyên zagonî jî didin tu encamekê nagrin û wiha got: “Jinên mexdûrên tundîtûjiyê beriya ku werin kuştin serî li rêyên zagonî didin. Xebatên ku min herî dawî kirin di pêvajoyên dozê de 2 sal û 8 mehan, heta 68 mehan berdewam dike. Meqamên Tûnisê tundîtûjiyê di nava civakê de normalîze dike û eve dibe sedem ku hîn zêdetir jin rastî tundîtûjiyê were. Burokrasiya ku tundîtûjiyê normalîze dike bê eleqe nêzî pirsgirêkên jinan dibe.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Çalakvan Enas Maadi wiha got: “Ji bo ez mafê jinê yê ku hatine qetilkirin bi parêzim beşdarî meşê bûme. Ez hatime li beramberî hemû cûrê tundîtûjiyê dengê xwe bilind bikim. Wê îro sibe û dû sibê dengê me were bihîstin. Em weke femînîst û hiqûqçî ji bo mafê hemû jinan emê têkoşînê bikin. Ji bo em van sûcan kêm bikin zagonan pêş bixin û pêk bînin.”
‘Divê di hiqûqê de wekhevî hebe’
Seroka weqfa Baytî ya Tûnisê Sana Ben Achour destnîşan kir ku zagonên ku li welat derdikevin ji bo mêrane û di vî alî de biryaran didin û wiha got: “Zagonên ku derdixin ne zagonên ku li dijî zihnyeta mêr in. Ger zagon li gora wekheviya netewperstiya bihata derxistin ew rewş wê di nava civakê de bi teyîsiya. Divê di qanûnê de wekhevî were pêkanîn. Di heman demê de jin divê ji bo jin di aliyê aborî de azad bibin werin bi hêz kirin. Divê ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dane û rastî hemû binbêkirina hatine rabin ser lingan. Ji bo em ji vê çerxa bê sûd derbikevin em xwedî hemû tiştanin. Di qanûnên kesî, qanûnên ceza, qanûnên kar de ne raste rast metnên cihêkariyê cih digre. Heman rewş ji bo darazê jî derbasdar e, ji ber piştgiriya zagonî ya daraz bi awayek cesaret û bikeve din ava çalakiyê de nîn e. Sîstema mêr ya ku sîstemek kevine êdî bişkênin.”
‘Divê giringî bidin serlêdanên jinan’
Çalakvana ku beşdarî meşê bûye Naime Alraqeq wiha got: “Qurbanên cinayetên dawî piraniya jinan ji bo werin parastin serî li qereqola dane lê belê bersîva wan nehat. Divê navendên ewlehiyê jinên ku gilî kirine bi parêzin. Rewşa aboriyê ya ku xira bûye, rêjeya tundîtûjiyê ya li beramberî jin û zarokên keç wê zêde bike.”
Çalakvana mafê mirovan Monia Benjmia jî wiha got: “Ji bo jin parastina mafê xwe bikin serî li weqf û saziyên jinan didin ji sedan 70’ê wê ji ber kampanayayên hişmendiyê nîne jinên ku rastî tundîtûjiya zewacê tên, rayedarên ku li beramberî tundîtûjî û cînayetên jinan bêdeng dimînin şermezar dikim. Divê dawî li van cînayetan werin.”