Di operasyona hilbijartinê de 48 kes hat girtin
Çend roj beriya hilbijartinê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji 143 kesên hatibûn binçavkirin 48 kes hatin girtin û 89 jî kes serbest hatin berdan.
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat vekirin de, beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê di 25’ê Nîsanê de operasyonên ku li 21 parêzgehên navend Amedê hat kirin de 143 kes hatibûn binçavkirin.
Ji 143 kesên ku di nav wan de rojnameger, siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên sivîl jî hene 48 kes bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin, 89 kes jî serbest hatin berdan. Parêzer Gulîstan Ataş jî di nav de 6 kes hê jî di binçav de ne.
Kesên ku hatin girtin
Navên di çarçoveya dosyayê de bi îdiaya "endamtiya rêxistina" hatin girtin wiha ne:
“Edîtorê ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gök, muhabîra JINNEWS ê Beritan Canozer û rojnameger Mehmet Şah Oruç, Remzi Akkaya Mikail Barut. Parezer Serhat Hezer, Burhan Arta û Ozum Vurgun, Halise Aksoy a ku hestiyê kurê vê Egîd Îpek di nav qutiyê de jê re hatibû şandin û keça wê Mizgîn Karataş, Erkan Vurmaz, Velat Esin, Nasır Tura, Mahîr Yildiz, Hêlîn Sayın, Hulya Ertaş, Ahmet Goğun, Şahîn Tanriverdi, Fîkrî Ay, Hîlal Ada, Mehmet Yalçin, Mehmet Andok Bayram, Egîd Kaysı, Alattin Zuğurli, Faris Turk, Evîn Doster, Nurettin Bakan, Devrîm Roni Atik, Kadir Şenci, Berfin Can, Muhsin Acar, Osman Demir, Rumet Çetin, Mehdi Kaya, Cotkar Amara Yurek, Hamza Cihangir, Hasret Yelboğa, Suat Arda Işık, Şahin Biçimli, Hakim Kaya, Tacettin Araz, Nurullah Ozgun, Abdulbari Mavlay, Ferît Aktepe, Şervan Dogan, Cesur Yilmaz, Suleyman Ulucan, Hamza Sumeli.