‘Ji bo bidawîbûna desthilatdariyê riya herî baş daketina kolanan e’
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê a Şaxa Amedê, Yildiz Ok Urak, da zanîn ku karker ji ber polîtakayên AKP’ê demên herî xirab dijîn û got: “Desthilatdariya ku jin û karkeran qir dike divê di 14’ê Gulanê de biçe.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Cejna Karkeran 1’ê Gulanê wê îsal li gelek navendan bi çalakiyên cuda were pîrozkirin. Endamên sendîkayan ên ku dê li Amedê werin ba hev, ji bo cihê kombûnê qada Deriyê Çiyê hatiye diyarkirin. Rêxistinên kedê dê ji sê aliyan ve dest bi meşê bikin û li qadê werin ba hev, daxuyaniya çapemeniyê bidin û balê bikşînin ser erdhejê, qeyrana aborî ya zêde dibe û cînayetên kar. Me bi Hevseroka Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Yildiz Ok Urak re der barê daxwazên jinên kedkar û sekna wan a li hemberî hilbijartinên ku nêz dibin de axivîn û bal kişad ser polîtîkayên desthilatdariyê yên ku roj bi roj zirarê didin kedkaran.
Mirina jinên karker tê veşartin!
Li gorî rapora meclisa tendirustiya karker û ewlehiya kar (ÎSÎG) ku di sala 2022’an de amade kiriye, ji dema ku AKP bûye desthilatdar ango ji 3’ê Mijdara 2002’an ve heta niha, herî kêm 30 hezar û 224 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Hejmara cînayetên karkeran di sala 2003’an de 811 bû, di sala 2021’ê de bû 2070. Di 10 mehên sala 2022’an de 1521 karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. Hat îfadekirin ku di raporê de cînayetên kar ên jinan hatine veşartin û jinan bi awayekî bê ewle didin xebitandin û li gorî daneyan di sala 2023’an, di dû mehên destpêkê de herî kêm 301 karker dema ku dixebitîn jiyana xwe ji dest dane.
Li herêmên erdhejê gelek kes bê kar mane
Ji derveyî qeyrana aborî ya heyî û cînayetên kar, di erdheja 6’ê Sibatê de bi hezaran esnaf û hilberîneran ziyan dîtin. Kedkarên ku tu piştgirî negirtin neçarî koçberiyê man, kedkarên ku li cihê dikanên xwe yên şewitî tu derfetek kar nabînin di qada hilberînê de ji derve mane. Ne tênê li navendên bajar, li gundan jî heman mexdûriyet heye. Li bajarên herêmên erdhejê gundiyan li ruxmê ku dema çandinê ye kar nekirin. Kedkarên ku zivistana li pêşiya xwe difikirin bi hilberîn bi piştevaniya li herêmê hewl didin birînên xwe bikewînin.
‘Erdhejê veguherandin amûra hilbijartinê’
Hevseroka şaxa Amedê ya SES’ê Yildiz Ok Urak bal kişand ser xebatê û pirsgirêkên ku li herêmên erdhejê çêbûne û got ku karker di dîroka kedê de pêvajoya herî xirab dijîn û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Sedema vê pêvajoya heyî polîtakayên desthilatdariya AKP’ê ne. Erdhej karesatek xwezayî ye lê belê ji ber îhmalê karesat mezin bû, mirina kesan zêde bû. Ev yek li ber çavên hemû kesan pêk hat. Hikumetê gelek soz da yên ku cihê wan ê kar û malên wan xira bûne, hewl dan mirovan bi tiştên biçûk bêdeng bikin lê belê me yek ji van di pratîkê de nedît. Gelek mirovên ku cihê wan ê kar hilweşiyane venegeriyan karê xwe. Niha tu şansê wan ê ku karê xwe ava bikin tune ye. Ji dewlet û hikumetê tu alîkariyekê nagirin.”
‘Jin bê ewlehî tên xebitandin û keda wan tê xwarin’
Yildiz Ok Urak destnîşan kir ku bi salan e cînayetên kar diqewimin û kedxwarî roj bi roj zêde dibe û bal kişand ku herî zêde jinên kedkar bêyî ku heqdestê xwe bigrin, bê ewlehî tên xebitandin û wiha domand: “Wekî me di destpêkê de jî got em di dem û pêvajoyeke herî xirab de dijîn. Gelek karker neçar in ku di mercên bê ewlehî de bixebitin. Jin jî wisa ne, ji aliyê desthilatdarî û yên kar didin ve weke hêzeke kêm a kar tên dîtin. Jin bê alternatîf tên hiştin û neçarî karên wisa dibin. Di gelek fabrîqeyan de gelek karkerên jin bi pereyê herî kêm saetên dirêj ên ku li gorî standardên xebatê ne dixebitin. Ji bo jinan alternatîfek nû çênakin û rê nadin qadeke din ji bo xwe vekin.
‘Desthilatdariya ku kedkaran xistiye vê rewşê divê biçe’
Yildiz Ok Urak bi bîr xist ku nêzbûna 1’ê Gulanê beriya hilbijartinê du hefteyan gelek girîng e û wiha got: “Divê di hilbijartina 14’ê Gulanê de desthilatdariya ku kedê dixwe biçe û got: “Li hemberî me desthilatdariyek ku dixwaze me ji kolan û qadan bibe heye. Naxwaze karker, kedkar û bi taybetî jin dakevin qadan. Ev bi salan e der barê vê de em bûn şahidên hemû cureyên zext û qedexekirinan. Ev 1’ê Gulanê ji hemû 1’ê salên borî gelek girîngtir e, çima girîng e? Ji ber ku dema em li felaketên çêbûne bifikirin, dibînin ku divê ev 1’ê Gulanê xala herî dawî be. Hilbijartina li pêş dê qonaxek diyar bike, an başî yan jî xirabî be. Di vê hilbijartinê de yên ku jin, karker, kedkaran anîne vî halî, yên ku bi hezaran mirovan neçarî pariyek nan kirine divê biçin.”
‘Di 1’ê Gulanê de ji bo em mafên xwe bigrin em ê li qadan bin’
Yildiz Ok Urak bang kir ku gel û kedkar di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û bi van gortinan dawî li axaftina xwe anî: “Riya herî baş a çûyîna desthilatdariyê daketina kolan û qadan e. 1’ê Gulanê ji bo me şansek mezin e. Em ê di vê xalê de xebatên xwe bidomînin. Divê di 1’ê Gulanê de em hemû li qadan bin. Em li ku dinêrin rewş xirab e. Ji bo em vê vê rewşê biguherînin divê em li qadan bin. Divê em hemû têbikoşin, heta ku desthilatdariya heyî neçe wê keda kedkeran were xwarin. Em di 1’ê Gulanê de bang dikin ku hemû kes û gelê me li qadan bin.”