‘Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin’

Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê derbarê girtina Ayten Donmez de bal kişand ku li ser wêneyên sexte hatiye girtin û ev pirs kir: “Gelo ev agahî ji aliyê Wezîrê we yê Karên Sûc ve ku nemzeta me dike hedef hatiye dayîn?

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dispêre gotinên Ûmît Akbiyik ji 25’ê Nîsanê ve parêzer, rojnameger, siyasetmedar û hunermend jî di nav de operasyonên binçavkirinê li 21 bajaran da destpêkirin. Hîna di bin çavan de 144 kes hene. Di nav de nûçegihana ajansa JINNEWS’ê jî di nav de Bêrîtan Canozer 41 kes hatin girtin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez a ev cara yekem e beşdarî hilbijartinê dibe, bû hedefa zextan û di 26'ê Nîsanê de hatibû binçavkirin, hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê binçavkirina Ayten Donmez de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di ragihandinê de wêneyên sexte hatin weşandin

Di daxuyaniyê de bal kişadin li ser hilbaratinên ku nêz dibe û wiha got: “Ji ber ku AKP-MHP ferq dike ku wê rejîma wan a faşîst winda bike, operasyonên feraseta qirêj a bi salan e bi kar tîne. Operasyona qirkirina siyasî ya di rojên dawî de li dehan bajaran ji parêzeran heta hunermendan, ji dayikan heta endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî ya partiya me, li dijî hevalên me pêk hat û di 26'ê Nîsanê de jî bi binçavkirina namzeta me ya Kocaeliyê Ayten Donmez dewam kir. Tevî biryara nepeniyê ya di dosyaya lêpirsînê de jî, ji deqeyên destpêkê yên binçavkirinê de bi wêneyên sexte ku pêşkêşî çapemeniyê kirin, hewl dan ferasetekê çêbikin. Li gorî encamên sûc ên alîgir ên cendirmeyan, namzeta me bi delîlên derew bi destê dozgerên taybet û dadwerên hatine hilbijartin hat girtin û bi vî rengî operasyonên ferasetê dewam kirin.

Di daxuyaniyê de xwestin ku ev pirs werin bersivandin:

 “*Çapemeniya we ya alîgir çawa gihîştiye wan agahiyên ku der barê wan de biryara nepenîtiyê heye û parêzer jî nikarin xwe bigihînin wan?

*Ev agahî ji aliyê Wezîrê we yê Karên Sûc ve hat dayîn?

*Ma ne diyar e ku ev agahî ji aliyê wezîrê we ve weke planeke siyasî hatiye organîzekirin?

*Dema ku encamên pispor û qeydên HTS'ê yên ji aliyê parêzerên me ve hatine xwestin ji aliyê saziyên serbixwe ve bên nirxandin, wê rastî derkeve holê û wê derkeve holê ku wêneyên sexte yên we weşandine, ne kesên namzetê me ye. Di vê rewşê de divê hemû berpirsyar bi taybetî Serokomar û Wezîrê Karên Sûc îstifa bikin?

*Em dixwazin raya giştî bizane ku namzeta me ya parlamenteriyê Ayten Donmez di dilê vî gelî de wekîl e. Tu komployê wê vê rastiyê neguherîne. Operasyonên we wê nikaribin me ji rêya me dûr bixin.”