Jin dê ji yekê Gulanê ber bi sindoqan ve biçin

Jinên ku deriyên xebatê li ser wan hatine girtin û mercên xebata ku tu temînata wê tune ye li ser wan hatine ferzkirin, baş dizanin çi dixwazin. Jin dê di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman û di 14’ê Gulanê de jî biçin ser sindoqan.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Jinên ku nîvê nisûfa dinyayê ne, hema bibêje li her welatî keda wan nayê dîtin. Jinên ku ji ber rolên civakî yên li ser wan tên ferzkirin, li her derê rastî mêtinkariyê tên, her roja diçe mafên wan zêdetir tên desteserkirin. Di 1’ê Gulana 2023’yan de jin ji bo ku hêviya xwe ya ji bo ked, aştî, azadî û wekheviyê mezin bikin dê li qadan bin.

Desthilatdariya AKP’ê ya ku diyar dikir dê li Tirkiyeyê îstîhdama jinan di her warî de zêde bibe, soza ku dabû kedkarên jin bi cih neanî. Li gorî daneyên sala 2022’yan a Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê, li welat rêjeya îstîhdama jinan li gorî ya mêran ji nîvî kêmtir e. Ev dane nîşan didin ku jin çawa dijîn. Ji sedî 49,9’ê nifûsa Tirkiyeyê jin in. Li gorî encamên lêkolîna li ser ferdên malbatê hatiye kirin, di sala 2021’ê de rêjeya jinên xebatkar tenê ji sedî 32,8. e li gorî pisporan ev dane ne li gorî rastiya heyî ne.

Li Tirkiyeyê jin bêkar in

Daneyên Konfederasyona Sendîkaya Karkarên Şoreşger (DÎSK), rewşa heyî ya li welat pir baş nîşan didin. Li Tirkiyeyê ji her sed jinan tenê 19 kes di cihên qeydkirî û daîmî de dixebitin.

Koleyên pergala nû

Hejmarên heyî rewşa li welat a di warê bêkariya jinan de nîşan didin. Dane bêkariya jinan a li welat nîşan didin, jinên ku cihên xebatê nabînin, an qadên ji bo xebatê li wan tên tengkirin û pêşî li wan tê girtin, di karên bê temînat de di mercên koletiyê de neçarî xebatê dimînin. Pandemî û erdheja di 6’ê Sibatê de jî vê rewşê zêdetir kir. Tevî van hemûyan jî hikumeta AKP’ê bi tabloyek dijberî rastiya xwe derdikeve pêşberî civakê. Her dem bi peyamên; “Her tişt di rê de ye... Em mezin dibin” didin lê rastî dijberî wan gotinan e ya ku her diçe mezin dibe jiyana zehmet a jinan e. Piştî îlankirina plana pêşxistinê ya AKP’ê gelek gelek tişt qewimîn lê hê jî heman gotin ji bo hilbijartina serokomarî û parlamentoyê ya di 14’ê Gulanê de pêk were tên gotin. AKP’a ku hedefa wê ew e bêkariyê ji sedî 5 kêm bike, diyar kiribû ku dê îstîhdama ji derveyî qeydê jî daxîne ji sedî 15. Bêguman wisa nebû, gotin wekî balonê vala man.

Jin xwe di ewlehiyê de nabînin

Li aliyê din karkerên jin, bi pirsgirêkên ewlehiyê re jî rûbirû dimînin. Jin li cihên kar bi kiryarên zayendperest re rûbirû dimînin, rastî şîdet, tacîz û tecawizê tên. Jinên ku di malan de tên hepskirin, di nav dîwaran de rastî heman şîdetê tên. Di vê mijarê de jî daneyên TUÎK’ê vê tabloyên baş nîşan didin. Rêjeya kesên ku li malê dema bi tenê ne xwe di ewlehiyê de hîs dikin, di sala 2022’yan de ji sedî 5 bû, ev rêje ji bo jinan dibe ji sedî 6,8. Li gorî encama lêkolîna memnûniyeta jiyanê jî ji sedî 30,4. jin dema ku bi şev bi tenê dimeşin xwe di ewlehiyê de nabînin.

Di navbera welatên Ewropa û OECD’ê de welatê ku herî zêde jin ji aliyê mêran ve rastî şîdeta zayendî û fizîkî tên Tirkiye ye. Li gorî daneyên Rêxistina Pêşxistin û Hevkariya Aborî (OECD), li Tirkiyeyê hema bibêje ji her 10 jinan 4 di jiyana xwe de ji aliyê mêrek ve rastî şîdetê hatine. Di sala 2022’yan de 336 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyan, li welat her roj herî kêm 5 cînayetên xebatê diqewimin ango bi qezayên li cihê kar rojê 5 kes jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2022’yan de 108 jin, 64 karkerên zarok, di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Jin û zarokên xizan

Li Tirkiyeyê her diçe xizanî zêdetir dibe. Jin ji ber xizaniyê nikarin pêdiviyên sereke bi dest bixin, gelek ji wan neçar dimînin zarokên xwe birçî razînin. Ev rewşa ku her diçe zêdetir dibe, nîşan dide ku xizaniya jinan kûrtir dibe. Daneyên TUÎK’ê nîşan didin ku di sala 2020’an de rêjeya zarokên ku di nava xizaniyê de dijîn derketiye ji sedî 34’an. Tirkiye di navbera 30 welatên Ewropayê de yek ji du welatên ku xwedî rêjeya herî zêde ya jin û zarokên xizan e ye. Hejmara jin û zarokên ku di nava xizaniyeke zêde de dijîn ji milyonan derbas bûye.

Daxwazên jinan

Jin dixwazin li diijî pêşdaraziyên civakî yên ku nahêlin jin bixebitin û polîtîkayan, nêzîkatî û polîtîkayên ku wekheviya zayendî ya civakî pêk tînin bikevin meriyetê. Ji bo zêdebûna îstîhdama jinan, dixwazin awayên xebata hêsantir, bi temînat û derfetên îstîhdamê çêbibin. Jin tînin ziman ku divê di girtina kar û terfîkirinê de polîtîkayên zayendperest nekevin dewrê. Destûra ji bo şîrdayîna zarok, destûra dayikê, kreş û odeyên mijandinê û hemû mercên ku xebata karkerên jin bi sînor dikin, di çarçoveya zagonan de bikevin meriyetê. Jin tenê ji bo sedemên xebatê û aborî di 1’ê Gulanê de dernakevin derve. Ji ber şîdetê, heta biçûkdîtinê, heta zema marketê, ji butçeya ku tê xerckirin, heta bacên ku tên birîn, hemû tiştên ku heq dikin dixwazin. Jin bi vê zanînê dê piştî 1’ê Gulanê biçin ser sindoqan.