Dadgeha Evîn ya Îranê ji bo îfadeyê gazî 3 rojnamegeran kir

Piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dewleta Îranê zextên xwe li ser rojnamegeran zêde dike. Hat zanîn ku dadgeha Îranê ya Evîn ji bo îfadeyê gazî rojnameger Seîdê Şafiî, Mêhrnûş Zareyî Hanzakî û Nesîm Sultan Beîgî kiriye.

Navenda Nûçeyan- Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” 8 meh li pêy xwe hişt, gelê ku li hember hikumeta Îranê serî rakirin piştî bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin li her deverê Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên xwe bi biryarek xurt didomîne. Li hember çalakiyên gel yên ku bi pêşengtiya jinan pêş dikeve dewleta Îranê bi girtin, qetilkirin, zextên cûrbicûr dixwaze serhildanê bitepisîne. Hikumeta Îranê a ku dixwaze bi girtin û zextên li ser rojnamegerên ku serhiladana jinê ji nêz ve dişopînin û ji raya giştî re radigînin bêdeng bike.

Li gor agahiyan dadgeha Evîn ji bo 3 rojnameger Seîdê Şafiî, Mêhrnûş Zareyî Hanzakî û Nesîm Sultan Beîgî biryar da ku werin îfade bidin dadgehê û ji bo vê jî 5 roj muhlet dane wan.

Her sê rojnameger berê jî hatibûn girtin

Nivîskar û Rojnamevana Serbixwe Seîdê Şafiî di 22’ê Çileya 2023’an de li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Ew bi kefaleta 500 milyon tûmenî heta dawiya dadgeha wê di 9’ê Adara 2023’an de bi awayekî demkî hat berdan.

Rojnamevan Mêhrnûş Zareyî Hanzakî roja 12’ê Sibata 2023’an li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tehranê ve hat binçavkirin û bo girtîgeha Îstixbarata Sipahê Pasdarên Îranê li benda 2A ya girtîgeha Êvînê hat veguhestin. Di dema binçavkirinê de êşa mîgrenê dît û ji dermanên wê bêpar ma. Herî dawî di nîvê Sibata 2023’an de ji girtîgeha Êvînê derket.

Nasim Sultan Beigî çalakvan û rojnamevanê berê yê xwendekar, roja 11’ê Çileya 2023’an li firokexaneyê ji aliyê efserên îstixbarata Pasdaran ve hat girtin û bo girtîgeha Êvînê hat veguhestin. Ew di 3’ê Sibata 2023’an de, heta dawiya dadgehkirina wê, bi kefaletê hat berdan.