Derbarê 2 rojnamegerên jin ên Îranî de îdianame hatin amadekirin
Dezgeha Dadweriya Îranê derbarê 2 rojnamegerên jin ên girtî Niloufar Hamedi û Elaheh Mohammadi de îdianame amade kir. Di îdianameyê de bi îdiaya “propagandaya li dijî dewletê” hatin sûcdarkirin.
Navenda Nûçeyan – Digel berdewambûna serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome, hikumeta Îranê hewl dide bi zext û girtinan serhildêran bêdeng bike. Dezgeha Dadweriya Îranê derbarê 2 rojnamegerên jin ên girtî Niloufar Hamedi ya ewil car wêneyê Jîna Emînî ya li nexweşxaneyê belav kiribû û Elaheh Mohammadi ya bi bavê Jîna Emînî re hevpêyvîn kiribû de îdianame amade kir. Di îdianameyê de bi îdiaya “propagandaya li dijî dewletê” hatin sûcdarkirin.
Bi ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatin sûcdarkirin
Li gorî Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Îranê Mesûd Setayeşî, Desteya Dadwerî li ser du rojnamevanên girtî Elaheh Mohammadi û Niloufar Hamedi doz vekiriye. Berdevkê diyar kir ku îdianame di 17’ê Nîsana 2023’an de hatine derxistin û dosyaya wan sewqî Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku der barê her du rojnamevanên girtî de bi îdiaya “hevkariya bi hikûmetên dijmin re, beşdarî lihevkirina li dijî ewlehiya neteweyî û propagandaya li dijî dewletê” hatin sûcdarkirin.
Niloufar Hamedi nûçegihana wêneyan a rojnameya Şergh, yekem wêneya Jîna Emînî ya di komayê de li nexweşxaneyê kişand û weşand. Rojnamevana rojnameya Hem-Mihanê Elaheh Mohammadili ser merasîma cenazeyê Jîna Emînî û hevpeyvîna bi bavê wê re raportek weşand.
Niloufar Hamedi di 22ê Îlona 2022an de li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo girtîgeha Êvînê hat veguhestin. Di dawiya Kanûna 2022’an de sewqî Girtîgeha Qerçaxê ya Varamînê hat kirin.
Elaheh Mohammadi di 23ê Îlona 2022an de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tehranê ve hatibû girtin û bo girtîgeha Qerçekê ya bajarê Varamînê hatibû veguhestin.