Jinên Rojhilatê Kurdistanê: Em ji bo parastina xwe şer dikin

Jinên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanan çalakiyên xwe didomînin. Jinên ku helwest nîşanî jehrîkirinê dan gotin: “Êdî em ne qurbanî ne em şervan in û ji bo parastina xwe şer dikin.”

LARA GEWHERÎ

Mehabad – Piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di serî de xwendekar û jin, gel li qadan li hemberî polîtîkayên hikumeta Îranê di serhildanê de ne. Dewleta Îranê bi jehrîkirina xwendekarên jin dixwaze tolê ji pêşengên serhildanê bigre, li hemberî kiryarên jehrîkirina xwendekaran nerazîbûn û çalakî didomîn. Jinên Rojhilatê Kurdistanê, piştî êrîşên kîmyewî li ser dibistanên bajar, kiryarên jehrîkirinê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji xwendekar û mamosteyên berxwedêr re ragihandin. Jinan gotin; “Em şervanên qadeke şer in û ji bo parastina xwe şer dikin.”

Hikumet rê nade em jiyana xwe baş ava bikin’

Mestûrê Kemalî dayika du keçan e ku yek ji wan li dibistana Mêracê dixwîne û dibêje: "Keça min li dibistaneke ku rastî êrîşa kîmyewî hatiye, dixwîne. Keça min jehrî nebû lê du şev in ji bo hevalê xwe digirî û rewşa derûniya wê nebaş e, ez berpirsiyar im ku keça xwe di jîngeheke bi ewle de mezin bikim lê hikûmet rê nade ku em jiyana baş ava bikin. Zarokên ku îro rastî êrîşa kîmyewî hatine bi giştî di metirsiyê de ne. Zarokên me zarokên vê axê ne, ger îro keça min birîndar bibe sibê dê bi sedan keçên din di metirsiyê de bin û ez meraq dikim ku çawa saziyên navneteweyî dema em li vir li dijî me êrîşên wiha tên kirin bêdeng mane, li vir zarokên dibistanê terorîze dikin û ewlehiya wan tune ye."

Mestûrê Kemalî gotinên xwe didomîne û wiha lê zêde dike: “Ez zarokên xwe naşînim dibistanê û piştgiriyê didim grev û xwepêşandanên li dijî van êrîşên kîmyewî. Wek jinek û dayika du zarokan ji ber ewlehiya derûnî û jiyana zarokên xwe vê kiryara terorîstî şermezar dikim.”

‘Dijminê jinan ji fîkrên wan ditirse’

Medya Ehmedî jineke xwendekar e li bajarê Mihabadê, der barê êrîşan de dibêje: “Xwendin û zanîn, azadîxwazî li kêleka hev in, dîktatoriyê ji holê radikin û jin jî wek pêşengên vê riyê wêrekiya xwe agirê azadiyê geş dikin. Jin rastî êrîşan tên. Em jinên azadîxwaz êrîşên kîmyewî û terorîstî yên li ser dibistanan şermezar dikin. Bi fikrên li dijî jinan û dijmirovî dixwazin me bi şer bitirsînin, bila bizanibin ku em piştgiriya xwendekar û mamosteyên xwepêşandêr dikin û em ê heta komara îslamî were rûxandin, grev û xwepêşandanên xwe berdewam bikin. Em ê asayîşê bidomînin û heta ku Komara Îslamî were rûxandin em ê ranewestin.”

‘Dixwazin xwendekarên jin ji xwendin û pêşketinê dûr bixin’

Dîmen Şekîbî jineke ji Bûkanê ye û dayika keçek e. Ew ji bo şermezarkirina êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanan dibêje: “Di Îranê de bi hijmendiya mêr dixwazin xwendekar bi taybetî xwendekarên keç ji xwendin û pêşketinê dûr bixin û wan bi jehrê bixin, bi gazên kîmyewî wan jehrî bikin û tiştê ku ez ji xwendekaran dibînim cesaret û têkoşîn e. Dibe ku îro ev têkoşîn xwedî rûyekî nû be lê bi salan e didome, her çendî îro gihîştiye dibistanan jî lê jin bi salan di malbat, zanîngeh, karên cuda û heta li dadgehê tên redkirin an jî paşguhkirin. Berê em di rola qurbaniyan de bûn lê îro hemû jinên azadîxwaz têkoşer in, di heman eniyê de ji bo parastina mafên xwe yên rewa têdikoşin û ji ber vê yekê em êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanan şermezar dikin, ji bo bidestxistina mafên xwe û zarokên xwe têdikoşin."