Helbestvan Nafîsa Zamanzade bi guman jiyana xwe ji dest da
Helbestvan Nafîsa Zamanzade li bajarê Bandar Abbas a Îranê di şewata mala xwe de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Helbestvan Nafîsa Zemanzade bi nasnav “Aram” îro di encama şewata ku piştî nîvê şevê li mala wê ya li bajarê Bandar Ebas a Îranê derket, bi guman jiyana xwe ji dest da.
Hevalên Nafîsa Zamanzade li ser platformên medyaya dîjîtal diyar kirin ku ew “ji aliyê gelek çalakvanên siyasî ve bi çalakiyên wê yên wêjeyî û helbestên ku bi ramanên xwe yên wekhevîxwaz û parastina ramanên şopînerên xwe di medyaya virtual de dinivîse, dihat naskirin.”
Di xwepêşandanên ku li dijî kuştina Jîna Emînî li Îranê hatin lidarxistin de, Nafîsa Zamanzade ji ber çalakiyên xwe yên di medyaya dîjîtal û beşdarbûna wê di xwepêşandanên dawî de û amûrên wê yên elektronîk ên weke telefon hatibûn desteserkirin û hatibû berdan.
Hevalên wê diyar kirin ku Nafîsa Zamanzade keseke ku ji jiyanê, hevrêyên xwe û derdorên xwe hez dike.