NY wê girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî rewşa rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin ji nêz ve şopand. Kesayetiyên navneteweyî jî banga berdana rojnamegeran kirin.

Navenda Nûçeyan- Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî lêpirsîna navend Amed û Enqereyê biryar da ku binçavkirin û girtinan ji nêz ve bişopîne û di civîna xwe ya heftane de kir rojev.

Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Derbirînê û Raportorê Taybet ê Parastina Mafên Mirovan dê li ser binçavkirin û girtinan agahî û belgeyan kom bikin, rapora xwe pêşkêşî Komîseriya Bilind a Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan bikin.

Kesayetên navnetewî piştgirî dan rojnamegeran

Li aliyek din li hember binçavkirin û girtinan bertek zede dibin. Komeleya Çapemeniya Kurdistan a ku navenda wê li Swîsre ye kapanya bi navê “Bi çapemeniya kurd re piştgirî” da destpêkirin. Heta niha Alîkara Federal a Swîsreyê Laurence Fehlmann Rielle, Cîgirê berê yê Federal Jean Ziegler, mamoste dîrokzan Dr. Peter Hug, rojnamevan û Seroka Southall Black Sisters li Londonê Rahila Gupta, rojnamevanê Arjantînî Juan Gasparini, Endama Lijneya Weqfa Paul Grüninger Valérie Boillat, Sendîkaya Karûbarê Giştî ya Swîsreyê (Syndicat Suisse des Services Publics-SSP) Cîgira Serok Cora Antonioli,  Baptiste Cassart et Bertil Munk ji Yekîtiyê, Raphaël D'Elia ji Yekîtiya Belçîkayê Jeunes FGTB û gelek  parlamenter, rojnamevan, hunermend û nûnerê rêxistina civaka sîvîl jî di nav de piştgirî da kampanyayê.

Ji Sendîkaya Rojnamegerên Swîsreyê bang

Her wiha Sendîkaya Rojnamegerên Swîsreyê Impressum jî ragihand ku wan têkildarî mijarê bi saziyên çapemeniyê yên navneteweyî re têkilî danîne û diyar kir ku bi hev re tevdigerin. Impressum ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re nameyek nivîsand û xwest ku Tirkiye ji bo rêzgirtina azadiya çapemenî û derbirînê tevbigere. Sendîkaya ku ji Balyozxaneya Swîsreyê ya Tirkiyeyê re jî name şand, diyar kir ku divê zextên li ser azadiya raman û îfadeyê bi dawî bibin û rojnameger bên berdan.