Mamosteyên Helebceyê: Zext û gef me nadin rawestandin

Li herêma Federal a Kurdistanê werza xwendinê bi dawî bû, heta niha li parêzgeha Helebceyê û derdora wê xwendinê dest pê nekiriye. Nerazîbûnên mamosteyan berdewam dikin, îro jî careke din mamosteyan dubare kirin ku dest ji boykotê bernadin.

Helebce- Li helebceyê mamoste fermanberan dest bi çalakiyê kirin û ragihandin ku wê boykota xwe berdewam bikin, bi tu awayî zext wan nade rawestandin. Mamosteyên û fermanber ji folkey umer xwer, heta ber Baxê Giştî meşiyan.

Mamosta Şewnim Mehdî ku beşdarî çalakiyê bûye wiha got: “Xwepêşandan mafê me yê rewa ye, em daxwaza mûçe dikin. Me daxwaza tiştek ku ne mafê me ye nekiriye. Zext û gef bandorê li boykotê nakin. Hêviya me ew e ku hikumeta Kurd kar ji bo me bike lê belê heta niha tiştek nekiriye.”

Mamosteya bi navê Esra Mehmûd ku ji sala 2005’an ve bi awayekî fermî tayîn bûye jî wiha got: “Birandina ji mûçeyan û paşketin berdewam dike, ev çend sal in bi vî awayî mûçe didin. Em şoreşek spî didin û berdewam dikin. Mamoste û fermanber divê bi hev re bibin yek deng û û netirsin.”

Yek ji çalakvanên ku ji bo piştgiriya xwepêşanderan beşdarî çalakiyê bû jî got: “Tu mûçeyê min nîn e û ji bo piştgiriya xwepêşander û mamosteyan ez li vê derê me. Ji ber ku sala perwerdeyê bi paş ketiye û paşketina vê yekê jî bêaramiyê di civakê de çêdike.”