Hejmara miriyên di êrîşên Îsrailê de bû 25 hezar û 105

Hejmara Filistiniyên ku di êrîşên Îsrailê li ser Xeza de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 25 hezar û 105 kesan.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Filistînê li Xezayê hate dayîn de diyar kir ku di êrîşên Îsrailê de 178 Filistiniyên din jiyana xwe ji dest dane û 293 kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate destîşan kirin ku ji ber hilweşîna di encama êrîşan de gelek kes hê dibin xirbeyan de mane, bibîrxist ku tîmên tendirûstiya lezgîn û parastina sivîl di xwegihandina van kesan de zehmetiyan dikşînin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsrailê li ser Zîvala Xezaya ji 7’ê Cotmeha 2023’an destpêkiriye  de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 25 hezar û 105’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 62 hezar û 681’an.