Şengalî xwe bi fikir û felsefeya Abdulah Ocalan perwerde dikin

Bi armanca nasîna dahûrandin û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Xanesora Şengalê civînek hate lidar xistin. Dê civîn li seranserî Şengalê 7 rojan berdevam bike.

Şengal-Li seranserî Şengalê di bin sîwana pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ dê 7 rojan pirtûkên Abdulah Ocalan bê xwendin û nîqaş bê meşandin. Îro li Xanesora Şengalê civîna yekem destpê kir. Di civînê de endamên hemû sazî û destgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre dahurandinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdar kirin. Civîn ji aliyê  Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nafiya Mêşo û Hevserokê Meclisa Gel ya Sinûnê Seydo Elî hat meşandin.

‘Heta em sax bin, emê bi fikrê Rêber Apo re bijîn’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo di civînê de axivî û da zanîn ku ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dijîn û wê bi vê fikrê heta dawiyê têbikoşin û wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro em karin xwe ji fermanan biparêzin. Piştî ku fikrê Rêber Apo hat bi hewara Şengalê ve, tecrîda li ser zêde kirin û giran kirin. Dewlet hemû ji fikrê Rêber Apo ditirsin. Ji ber ku milet hemû xwe bi saya fikrê wî, xwe birêve dibe û ji siyaseta dagirkeran diparêze. Heta ku em saxbin weke jinên Êzidî, emê bi vî fikrî jiyan bikin. Çi ji destê me were emê bikin, greva birçîbûnê, meş, çalakî û her çi ji me were xwestin emê ji Rêberê xwe re bikin. Ger fikir û felsefeya Rêber Apo nebûya, meyê weke civaka Êzidî çi bikira? Emê her di koletiyê de bimana. Emê êsîrî dagirkeran bana û wê peymanên xwe li ser me bisepandana. Êm deyindarên fikrê Rêber Apo ne.

‘Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em îro azad dijîn’

Edûl Şemo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser keç û xortên Şengalê ku îro li warê xwe xwedî derdikevin û di heman demê de silav ji gerîlayên Kurdîstanê  re rêkir û wiha got: “Keç û xortên me hatin me zane û perwerde kirin. Bi çekan warê xwe diparêzin. Dijmin û xwe firoş baş dizanin ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo em îro azad dijîn. Em silav û serkeftinê ji gerîla re dixwazin, çawa di nava berf û sermayê de, westandin û birçûbûnê de li ber xwe didin, da ku ku îro em li vir rehet dijîn.”

‘Bi hêviya ku em li Şengalê bi Rêber Apo re azad bijîn’

Hevseroka Meclisa Gel ya Xanesorê Nûrê Şengalî bal kişand ser naveroka civînê û wiha got: “ Bi beşdariya meclisa Sinûnê me civînek li Xanesora Şengalê li dar xist. Nirxandin û jiyana Rêber Apo em guhdar dikin. axaftin û nameyên Rêber Apo wê li giştî Şengal bê xwendin ji bo ku em Rêber Apo hîn zêdetir nas bikin. Çi bikeve ser milê me, em weke jinên Êzidî ji Rêberê xwe re bikin. Em heta dawiyê deyindarê wî ne û çi ji destê me bê emê ji Rêberê xwe re bikin. Xwesteka me ewe ku ji zindanê derkeve û li Şengalê em bi hevre azad jiyan bikin.

‘Rêber Apo ji mirovahiyê re mertalek e’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nafiya Mêşo da zanîn ku di civînê de serpêhateya Abdulah Ocalan hatiye xwendin û bandorekî mezin li ser hemûyan kiriye û wiha pê de çû: “ Îro civîna me li ser serpêhateya Rêber Apo bû. Ji ji avakirinê  heta dema komploya 15’Sibatê hemû hate guhdar kirin.  Rastî bandorekî mezin li ser me hemûyan çêkir.  Rêber Apo zehmetiyekî herî mezin jiyan kiriye. Dijmin ji fikir û felsefeya wî ditirse. Ji ber ku fikrê wî li dijî zilim û zorê ye. Neheqî qebûl nekir û xwe kir mertalek ji bo hemû miletên bindest. Ji ber mezinahiya fikrê Rêber Apo em wî di nav çar dîwaran de nabînin, Em wî di nav xwe de dibînin. Em ji vir heta çiyayê pîroz silavên xwe ji hevalên wî re dişinin û em dibêjin serkeftin her ya we ye. Ji ber ku serkeftin ya mirovê rast û azad e. İnsanê azad di fikir de azad e, azadiya fikir azadiya cîhanê ye.”

‘Çi ji destê me were emê bikin’

Nafiye Mêşo wiha bi dawî kir: “Civîna me dê 7 rojan berdewam bike. Ji bo nasîna fikirê Rêber Apo her roj wê li du gundan civîn bê lidar xistin. Çi ji destê me were emê bikin. ji ber ku şagirtên Rêber Apo bi fikrê Rêber Apo rihê xwe di ber Şengal de dan. Em çi jî bikin ji bo Rêber Apo kêm e.”