DEM Partiyê namzedên xwe yên Mêrdînê diyar kir

DEM Partiyê ragihand ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke namzed nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke namzed nîşan bidin. Têkildarî mijarê li eywaneke dawetan a li bajar daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve hat xwendin û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.

Namzedên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr in

Keskîn Bayindir diyar kir ku di çarçoveya stratejiya bajar de, namzed bi pêşhilbijartinê hatine diyarkirin û ev yek jî di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de yekem e û wiha got:

Li nêzî 90 navendan bi tevlibûna dehhezaran kesan pêşhilbijartin hatin lidarxistin û ev yek weke şahiya demokrasiyê bû. Di pêşhilbijartina 13’ê Çileyê ya li Mêrdînê de tevlibûneke xurt çêbû. Di tûra ewil a hilbijartinê de Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi piraniya dengan weke namzed hatin hilbijartin.”

 Di berdewamiyê de Bayindir ev tişt anî ziman: “Her wiha hevalê me birêz Azad Yildirim ku di hilbijartinê de bûbû duyemîn, li ser banga delege û gel, bi berpirsyariyeke mezin bernamzediya xwe vekişand. Em spasiya Yildirim, Gulîzar Îpek û hemû bernamzedên din dikin. Li gorî vê yekê Ahmet Turk û Devrîm Demîr dê di hilbiajartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an de bibin namzedên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Em ê ezmûna xwe ya hilbijartinê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi serkeftinê tacîdar bikin.”

 Peyamên namzedan

Ji namzedan Devrîm Demîr jî di axaftina xwe de spasiya gel kir û got ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin.

Ahmet Turk jî di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên pêş ji bo pêşeroja gelê Kurd girîng in û ev tişt anî ziman: “Dê gelê Kurd biryara xwe bide, xwedî li pêşeroja xwe derkeve. Berpirsyariya hevalên me yên di nava xebatan de û yên li zindanan di greva birçîbûnê de ne li ser milên me ye. Berpirsyariya gelê me li ser milê me li ser milê me ye. Heke li dijî hewldana tunekirina gelê Kurd em gavekî xurt navêjin, heke em yekitiya xwe ava nekin dê bi zilmê re rû bi rû bimînin. Ez spasiya bernamzedê me Azad Yildirim dikim. Ew bûbû duyemîn û ji hilbijartinê feraxat kir. Em ê teqez bi ser bikevin.”